Rêwiyên Azadiyê: Ji Ocalan agahî nayê

Şemî 10 Sibat 2024 - 02:45

  • Meşa Azadiyê ya Mezin îro gihaşte qonaxa Çewlikê. Gel bi dilgermiyeke mezin Rêwiyên Azadiyê yên Meşê Azadiyê pêşiwazî kirin. Li Çewlikê Rêwiyên Azadiyê gotin ji Rêber Ocalan agahî nayê û heke aştî tê xwestin divê Ocalan azad bibe. Her wiha li Nisêbînê jî Rêwiyên Azadiyê bi rihê serhildanê hatin pêşwazîkirin. Karwanê Meşa Azadiyê li Nisêbînê serdana gora Apê Mûsa kirin.

Baskê Qersê yê Meşa Azadiyê ya Mezin di roja 9’an de gihaşte Çewligê. Dema ku Karwanê Meşa Azadiyê kete bajêr bi coşî hate pêşwazîkirin. Karwanê Meşa Azadiyê û gel bi hev re bi dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’’ heta bi navenda bajêr meşiyan’’ û piştre daxuyanî hate dayin.

 Deriyê Imraliyê girtin, deriyê zilmê vekirin

 Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li vir axivî û got ku dîrok û zimanê Kurdan tê înkarkirin. Koçyîgît, wiha domand: “Ev feraseta yekperest ev 100 sal in didome. Em jî li dijî vê feraseta yekperest dimeşin. Ji bo ku gelên me bikarin bi hev re bijîn, divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Pirsgirêka Kurd jî bi muzakereyên bi birêz Ocalan re dikare bê çareserkirin. Bi girtina deriyên Îmraliyê re îradeya pêkvejiyanê jî ji holê rakirin. Bi girtina deriyên Îmraliyê re deriyên zilmê vekirin. Em jî ji bo vekirina rêya aştiyê dimeşin.” 

Ji Ocalan agahî nayê girtin

Koçyîgît, axaftina xwe wiha domand: “Ji Ocalan agahî nayên girtin û em nizanin di çi şert û mercan de dimîne. Em dengê birêz Ocalan nabihîsin. Em xwedî li îradeya aştiyê ya ku dixwazin bifetisînin derdikevin. Hûn ê deriyên Îmraliyê vekin. Heke hûn aştiyê bixwazin, wê demê divê hûn birêz Ocalan berdin.”  

Baskê Wanê yê Meşa Azadiya Mezin jî ber bi Mêrdînê ve bi rê ket. Karwanê Azadiyê beriya Mêrdînê gihaştibû qonaxa Nisêbînê.

Dema ku Karwanê Meşa Azadiyê kete bajêr gel bi meşaleyan û dirûşma ‘’bijî Serok Apo’’bi rihê serhildanê Karwanê Meşa Azadiyê pêşwazî kir. Ji têketa bajêr heta bi Parka Aştiyê gel û meşvanên azadiyê bi hev re, bi stand û dirûşmeyan meşiyan.

Heta azadiya Ocalan em ê bimeşin

Li Parka Aştiyê parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş axivî û got: “Min ji we re ji Wan, Qers, Serhedê silav anîn. Nisêbîn heta niha her tim li ber xwe da. Dê ji niha şûn de jî her tim li ber xwe bide. Em ji 1’ê sibatê ve dimeşin. Her roja diçe, girseya me, berxwedana me zêde dibe. Gelê Kurd sed sal in li ber xwe dide. Em ji vir ji Nisêbîn û girtîgehan re ji kesên li ber xwe didin re silav dişînin. Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk were dê meşa me berdewam bike. Meşa me meşa azadiyê ye. Em ji bo dayik negirîn dimeşin. Dayikên Roboskê banga aştiyê kirin. Heke Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û hemû dayikên li ber xwe didin aştiyê bixwazin, mafê kesekê nîne ku vê asteng bike. Roj roja me ye. 25 sal in li ser birêz Ocalan komployek tê meşandin. Gelê Kurd ji bo azadiya Birêz Ocalan li ber xwe dide. Berxwedana gelê Kurd belavî qada navneteweyî bû. Em ê serbikevin.” Piştî axaftinan  meşvan çûne Rêxistina Navçeya DEM Partiyê ya Nisêbînê, ji vir jî berê xwe dane Stîlîlê, serdana gora rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter kirin û qerefîl li ser gorê hatin danîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.