Reqa dilsozê Ocalan e

Şemî 8 Hezîran 2024 - 00:43

Li Reqayê têkildarî azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakî

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan çalakiyeke konvedanê li dar xist. Beşdarên çalakiyê soza domandina têkoşînê da. Çalakiya konvedanê li Parka Reşîd a navenda bajarê Reqayê hat lidarxistin. Di çalakiyê de bi dehan xelkê bajêr, endamên meclisên sivîl û leşkerî û endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn. Di çalakiyê de endama Komîteya Perwerdê ya kombûnê Kerem Şihab daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de binpêkirina pîvanên navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve nexasim dirêjkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji bo 6 mehên din û bêdengiya civata navneteweyî li hemberî van kiryaran, hatin şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de banga aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî hat kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin jinan bi fikirên Rêber Abdullah Ocalan azad jiya û ji teoriya baviksalariyê rizgar bû. Her wiha jinan soz da Rêber Abdullah Ocalan ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew ê têkoşîna xwe bilind bikin. Her wiha bang li berpirsên Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku destwerdanê bikin û vê tecrîda derqanûnî bi dawî bikin. Di dawiya daxuyaniyê de soza domandina projeya Rêber Abdullah Ocalan a neteweya demokratîk, rûniştandina nirxên jiyana hevbeş û wekheviyê hat dayîn. Hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Luey El Îsa got:"Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermeke mezin a li ser rûyê civata navneteweyî ye. Fikrê Rêbertî rêya xelasiyê ya gelên Rojhilata Navîn e da ku ji bin zordariya hegemoniya cîhanê derkevin." El Îsa bang li hemû azadîxwazên cîhanê û saziyên hiqûqî kir ku banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.