Rencber Ezîzê Kirmanckîyê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Nîsan 2022 - 22:00

  • Ew di stranên xwe de ji xeta klasîk a hozantiyê derdikeve û berê xwe dide mijarên civakî ango civaka gelê Kurd, pirsgirêkên civaka Kurd, pirsgirêkên neteweyî û bi zimanê xwe yê dayikê hozantiya xwe dike.

Rencber Ezîz yek ji wan hozanan gelê Kurd e û xemên dinyayê û xasma xerîbistanê, xwe dideng û berhemên wî de da der. Ew bi her awayî bû hozanê gelê xwe. Rencber Ezîz sala 1955’an li gundê Wusfan ê ser bi Çewlîgê ji dayik bûye. Navê wî Mehmet Hanefî Berdîbek e. Di yek saliya xwe de ji ber nexweşiyeke weke şewbê kor dibe. Piştî vê, malbat mala xwe ji gund bar dike û dibe navênda Çewlîgê.

‘Gûza min winda bûye’

Malbata Rencber Ezîz sala 1968’an ji bo ku Ezîz bibe hafizquran wî dişîne ders û dewrên xwendina Quranê. Ezîz li aliyekî diçe dersa Quranê û li aliyê din jî tembûra wî di dest de ji hevalên xwe re stranan dibêje. Têkiliya Rencber Ezîz a bi stranbêjiyê re ji zarokatiya wî dest pê dike.  Ezîz hêj 11-12 salî bû, li cem dayika xwe rûniştibû. Cîranên wan ji bo hişkirinê du tenekeyên gûzan li ser banê xwe raxistibûn.

Gûzê cîrana wan ji aliyê zarokên taxê ve têne dizîn. Cîrana wan bi şerecirekî dengê xwe bilind dike û dijûna li zarokan dike. Dayika Ezîz jî ji cîranan pirsa zarokên ku diziyan wan kirine, dike. Rencber jî ji ber xwe ev stran gotiye; “Ay dilê min way dilê min. Ay dilê mino gûzê min.

Gûza min winda bûye. Navê lawik Kemoyê Kemo lawo Miho ye. Gûza min winda bûye û navên zarokan dibêje. Ezîz xwedî ruhekî wisa ye ku di her kêlî û saniyeyê de diafirîne.

Di erdhejê de diya wî dimire

Di sala 1971’ê de di erdheja Çewlîgê de dayika Rencber Ezîz jî rehmet dike. Di kêliyê erdhejê de Ezîz û birayên xwe li derve ne. Ji ber ku ji dayika xwe dûr bû û cara dawiyê nedît, demeke dirêj bi ser xwe ve nehat. Piştî vê yekê jî Rencber Ezîz berê xwe dide Stenbolê û li wir di dibistana Mevlîdxaneyê de xwendina xwe dewam dike. Li Stenbolê tevlî nava Cemiyeta Koran dibe. Li vir hînî xwendin û nivîsandinê dibe.

Stranbêjiya Rencber Ezîz li vê derê dest pê dike. Piştre xwe hînî lêxistina tembûrê dike û di demeke kurt de derdikeve ser dikê. Êdî jiyana Rencber Ezîz bi tevlîbûna vê cemiyetê bi temamî diguhere.

Her bi zimanê dayika xwe

Salên 1975 û 1980’yî li Bakurê Kurdistanê, ji bo Kurdan salên herî dijwar bûn. Ji aliyekî ve avakirina partî û rêxistinên Kurdan, ji aliyê din ve jî êrişên dewleta Tirk û înkarkirina Kurdan didomiya. Rencber Ezîz di nav vê atmosfera siyasî de tevlî konseran dibe. Her ku diçe mijarên polîtîk bala wî dikişînin. Helbet di sala 1971’ê de dema Rencber Ezîz dest bi konseran dike, bandora atmosfera darbeya leşkerî jî heye.

Wan salan hozanên mîna Aşik Mahsûnî û wekî din di nav ciwanên çepgir de xwedî bandoreke mezin in. Di demên pêşî de bandora Aşik Mahsûnî û hozanê wekî Aşik Îhsanî li ser Rencber Ezîz pirr e û di konserên xwe de jî stranên wan û yên hunermendên weke Selda Bagcan distre. Lê ev stranbêj tevde di bin bandora fikra modernîst-pozîtîvîst de ne. Li gorî wan, civakên mîna yên Kurdan sedema feodaliyê û ya olî de man e. Bi kurtasî em dikarin bêjin ku hozantiya Rencber Ezîz ne wekî ya van hozanên mîna Aşik Mahsûnî ne. Ew di stranên xwe de xeta klasîk a hozantiyê derdikeve û berê xwe dide mijarên civakî ango civaka gelê Kurd, pirsgirêkên civaka Kurd, pirsgirêkên neteweyî û bi zimanê xwe yê dayikê (kirmanckî) hozantiya xwe dike. Bi kurtasî Ezîz êdî bi stranên xwe derd, êş, kul û evîna Kurdistanê tîne ziman.

Dibe evîndarê welat

Ezîz tevlî komeleyên şoreşgeran dibe. Ezîz careke din ji Stenbolê tê Çewligê. Bandora tevgera Kurd a ku bi darbeya leşkerî dengê wê hatiye qutkirin, di salên 1974-1975’an de hêdî hêdî careke din xwe dide her. Li Çewlîgê jî li hêlekê komeleyên şoreşgeran û li hêla din jî faşîstan xwe birêxistin dikir. Di nava vê atmosferê de Rencber Ezîz jî tevlî civînên rêxistinê dibe û êdî ‘xwe’ nas dike. Bandora mêtingeriyê ya ku li her çar aliyê Kurdistanê hatî kirin ferq dike, ev yek êdî berê stranên Ezîz dide ‘wekhevî’, ‘biratî’ û ‘neteweya Kurd.’ Êdî navê wî Rencber Ezîz e. Hozanekî ku di nav civaka xwe de ye û tenê bi stranên ku evîndariyeke yek kesî na êdî evîndarekî welatê xwe bû.

Diçe Elmanyayê

Beriya darbeya leşkerî ya salên 1980’an, tundiya dewleta Tirk a li Kurdistanê jî her ku diçe zêdetir dibe. Ev yek wekî her Kurdekî bandoreke neyînî li ser kesên wekî Rencber Ezîz jî dike. Di sala 1978’an de Rencber Ezîz diçe Elmanyayê. Tê zanîn ku di van salan de kesên li xerîbiyê bi malbatên xwe re bi rêya kasetên dagirtî agahiyan ji hev re dişînin. Bêrîkirinên xwe tenê bi vî awayî tînin ziman. Malbata Ezîz jî bi taybetî xwîşka wî her kaseta ku dişînin ji wî re Ezîz ji wan hevokan ango çîrokan stranekî çêdike.

‘Way way nînna...’

Rojên Ezîz ên li Elmanyayê tim bi fikr û afirandina stranên nû derbas dibe. Li dijî cuntaya 12’yê Îlonê û li ser qirkirina Helepçeyê jî tim bi stranên xwe li ber xwe dide û stranên xwe yên ku niha di xwedî qedrekî mezin in, diafirîne. Ligel vê yekê jî tev li şahî û konserên ku li dijî darbeya leşkerî tên kirin, dibe. Strana xwe ya bi navê ‘Way way nînna…’ jî strana ku li hemberî qirkirina Helebceyê nivîsiye.

Her zindî ye dengê wî

Stranbêjiya Rencber Ezîz stranbêjiyeke ku di her kêliyê wê de bi rêzikên azadiyê distrê ye. Li Elmanyayê jî bi ruhê şoreşgerî bi stranên xwe li ber xwe dide. Kaseta wî ya bi navê ‘Hesreta Azadî’ nîşaneya vê yekê ye. Êdî Rençber Ezîz dengê gel e.

Hozan û şoreşgerê Kurd Rencber Ezîz di sala 31´ê Tîrmeha 1988’an de li bajarê Bremenê Elmanyayê kete valahiya asansorê ya avahiyeke bilind û kete xwarê û wefat kir.  Sedema ketina wî bi temamî zelal nebû. Wî axir konê xwe ji vê dinya gewrik bar kir û li pey xwe birrek stran û kilam hiştin.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.