‘Reflexion’ a hunerî û civakî

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 12 Cotmeh 2024 - 00:49

Pêşangeha wênevan Alî Zulfîkar ku navê 'Reflexion' lê hatiye kirin û portreyeke mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nav de heye, 10'ê Cotmehê li Berlînê hate vekirin.

Pêşangehê saet di 19:00 de li Junge Welt Maigalerieyê destpê kir û bi portreyên Alî Zulfîkar ên li ser fîgurên têkoşîna siyasî ya cîhanê û derdorên cuda yên civakî bal kişand.

Di pêşangehê de 40 berhem hene ku ya herî balkêş jî portreyeke mezin a Rêber Ocalan e ku navê 'Cry for Freedom' (Qîrîna Azadiyê' lê kiriye. Ev berhema ku li ser text hatiye neqişandin balê dikişîne ser şert û mercên tecrîdê yên Abdullah Ocalan di nav de tê ragirtin û berpirsyariya saziyên navneteweyî destnîşan dike.

Parlamentera Federal a Partiya Çep Gokay Akbûlût di destpêka pêşangehê de axivî, qala tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir û anî ziman ku li gel Ocalan her wiha Nelson Mandela, Rosa Luxemburg û Che Guevara li hemberî zextê têkoşîn meşandin.

Gokay Akbûlût ragihand ku ev kombûn nîşaneyeke têkoşîna demokrasiyê û mafên çandî ye û destnîşan kir ku peyama ji vir bê dayin wê bibe hêviyek ji bo gelê Kurd û girtiyên siyasî yên di bin zexta komên faşîst de ne.

Pêşangeh wê heta 14'ê Mijdarê dewam bike. Rojên Çarşem, Pêncşem û Înê saet di navbera 13:00-18:00 de wê mirov karibin serdana pêşangehê bikin.

ANF/BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.