Rê li ber êrişên Tirkiyeyê bigire

Duşem 8 Çile 2024 - 03:45

Qeymeqamê bajarokê Çemçemal Remik Remezan di derbarê bombebaran û êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bi balefirên şer û bê mirov li Herêma Kurdistanê û sînorê bajarokê Çemçemal tên pêkanîn ji Rojnews’ê re axivî.

Remik Remezan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li Herêma Kurdistanê serweriya parastinê nîne û wiha got:“Her carê yan bi rêya hewayî yan jî bi rêya bejahî jiyana xelkê Kurdistanê dikeve metirsiyê. Her wiha li her devera Herêma Kurdistanê êrişên bi dronan tê kirin. Parastina tevahî herêmê li gorî destûrê di berpirsyartiya hikûmeta Iraqê deye. Li gorî vê destûrê jî bang li hikûmetê Iraqê dikin berpirsyartiya xwe pêk bîne.”

Herêm nikare pêşî lê bigre

Remik Remezan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku her aliyek dizane û eşkereye ku heta navbera hikûmeta Iraqê û Tirkiyeyê de lihevkirinek siyasî neyê çêkirin, desthilatdarên Herêma Kurdistanê nikarin rêgirî li êrişên ser herêmê bikin û wiha got:“Bombebaranên vê dawiyê hatin pêkanîn, bûne sedema tirs û metirsiyê ji bo xelkê herêmê, xelk nikarin bi aramî bijîn û li gundên xwe avadaniyê bikin. Mixabin di nava sala borî de li gundê Tûteqel 2 welatî şehîdbûn.”

Herî dawî Qeymeqamê bajarokê Çemçemalê Remik Remezan diyar kir ku li gorî yasayên navneteweyî û navxweyî, her welatek êrişî welatek din bike sûc tê pejirandin, ev weke wêrankarî û binpêkirina serweriya welat tê dîtin.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî bîlançoyên fermî, ji sala 2015’an heta niha zêdetirî 160 welatiyên Herêma Kurdistanê di encama bombebaranên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne û nêzîkî 300 kes jî birîndar bûne. Her wiha ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker, li nav xaka Herêma Kurdistanê 158 gund hatine valekirin û zêdetirî 600 gund jî li ber metirsiya valabûnê ne.

ROJNEWS/ÇEMÇEMAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.