Rastiya komployê divê bê zanîn

În 11 Cotmeh 2024 - 03:15

  • Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, bi komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re xwestin astengiya li pêşiya Qirkirina Kurdan ji holê rakin û bang kir ku têkoşîna li dijî vê yekê bê mezinkirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan têkildarî Komploya 9’ê Cotmehê û geşedanên siyasî yên herêmî û kûreyî, ji ANF’ê re nirxandin kirin. Dûran Kalkan derbarê armanca komployê de wiha got:’’Bi vê êrîşê re îmhaya Rêber Apo hate armanckirin û li ser vê esasê jî hatiye xwestin ku pêşengê azadiya gelê Kurd PKK bê tasfiyekirin û hemû astengiyên li pêşiya qirkirina Kurd bên rakirin. Li ser vî bingehî hatiye armanckirin ku qirkirina Kurd pêk bînin. Lê belê li dijî van êrîşên îmhayê yên komploger, Rêber Apo sekneke pir bi baldar û bihestiyar pêş xist û tevgera û gelê me li ser bingehê dirûşmeya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” li dora Rêber Apo kom bûn. Bi saya vê yekê armanca îmhaya navborî hate pûçkirin û têkbirin. Dest ji armanca xwe ya qirkirina Kurd, tasfiyekirina PKK’ê û îmhakirina Rêber Apo neberdane; tenê dema ku nekarîn bi rêbazên komploger Rêber Apo îmha bikin, rêbaz guhertin û neçar man ku ji xwe re rêbazên îmhayê yên nû peyda bikin. Em li cîhaneke welê ne ku qanûna daristanê lê derbasdar e; hêz di destê kê de be, bêyî ku girêdayî ti quralên exlaqî û hiqûqî bimînin bi hovane êrîş dikin. Komploya 15’ê Sibatê ji bo îdamkirina Rêber Apo hate pêşbînîkirin. Hinek ji nava me ewqasê ji rastiyê qut bûn ku gotin, ‘Ji bo li Îmraliyê pirsgirêka Kurd çareser bikin Rêber Apo birin’. Lê belê ji bo îdamkirinê birin. Îmha wê bi îdamê pêk bihata. Bi têkoşînê pêşî li îdamê hate girtin. Ferasetên bi vî rengî encama vê nêzîkatiyê ne, “têkoşîn encam nade, têkoşîna gelan, jinan û ciwanan wê bê kirin lê encam nade, ti hêza van nîne, tenê desthilatdar encamê diyar dikin.” Ji destpêkê ve tişta şaş ev e. Têkoşîna gelan, têkoşîna Kurdan û têkoşîna Rêber Apo ya li ser xeta rast, bibandor û fedayîtiyê her tim encamên serketî dan.Pêşî li îdam û îmhayê girt.

Polîtîkaya rizandinê têk çû

Piştre hêzên komploger bi polîtîkaya rizandinê ya di nava sîstema Îmraliyê de fikirîn ku wê weke îdeolojîk tune bikin. Rêber Apo, di nava sîstema Îmraliyê de jî fikir hilberand; weke dîrokî rexnedayîna têkoşîna hemû bindestdan da û ev têkoşîn gihand paradîgmayeke nû. Li Îmraliyê şoreşa zihniyet û entelektuel a herî mezin a dîrokê pêk anî. Ji bo hemû bindestan paradîgmaya nû ya ku rêya rizgariyê nîşan dide û xeta şaristaniya demokratîk pêş xist û sîstema wê afirand. Paradîgmaya modernîteya demokratîk derxist holê. Di encamê de kesên ku dixwazin Rêber Apo li Îmraliyê birizînin, rastî fikrê herî şoreşger hatin û têk çûn. Piştre hêvî kirin ku bi rêbazên derewker û sextekar ên AKP, rêveberiya Tayyîp Erdogan encam wergirin. Bi rengê “pêvajoya çareseriyê” yan jî ‘pirsgirêka Kurd ez ê çareser bikim’ bi her cure derew û hîleyê xwestin encam bigirin. Li dijî van hemûyan têkoşîneke mezin hate meşandin. Bi vî rengî Tayyîp Erdogan û şêwazê wî yê rêvebirina komployê, vale hate derxistin û hate têkbirin. 

Divê berê pêngavê li Îmraliyê be

Ji bo ku bibin welatparêzek rast û berpirsyariyên welatparêziyê binîn cih pêwîste destpêkê rastiya komployê heta hestiyên xwe hîs bikin. Di hawirê komployê de nêzikatiyên sere sere û teng çêbûn, kesên ku difikirîn xwe dikarin bidin jiyandin çêbûn û kesên ku gilî dikirin û digotin zehmetî dide jiyana me çêbûn. Lê ev 26 sal in, hebûna Kurd di bin şûrê Demoklesê de jiyan dike. Di her kêliyê 24 saetê rojê de xwe bi berxwedana zanebûnek û rêxistinbûnek mezin re dide domandin. Em berdin rehet û azad jiyankirinê û bûyîna xwedî her curê derfeta jiyanê, berovajî di pergala êşkence, tecrit û qirkirina Îmraliyê de tê jiyandin. Kesên ku destketiyên Rojava û Başûrê Kurdistanê meyze kirin û gotin bi vî awayî dikare bê jiyandin çêbûn. Dîsa kesên ku pişta xwe dan nirxên Bakurê Kurdistanê û xwestin xwe bidin jiyandin çêbûn. Ev hemû xwe xapandin bû. Bi xwîna deh hezaran şehîdan û her roj şehîd dayînê re ev destkeftî tên jiyandin, zêde kirin û mezinkirin. Ev 26 sal in, hebûna Kurdê azad bi berxwedana fedaî ya girêdayî berxwedana Îmraliyê ve tê pêkanîn. Mirov nikare rastiya Kurd bi mêzêkirina Hewlêrê fêm bike. Em dikarin bi mêzekirina Îmraliyê fêm bikin. Pêwîste encamgeriya Pêngava Kurevî ya azadiyê jî hinek li vir meze bikin û bibînin. Encamên wek, “li hemberî komployê têkoşîn nabe, komplo têk naçe û li hemberî komployê serkeftî nabe” derdikeve holê. Gelek aliyên tesfiyekar a di nav me de bi vî şeklî derketin holê. Di bin hemû nêzikatiyên ez ezbûn, bêrêxistinî, li gorî xwebûn û wek ‘fikrên min’ de jî ev heye. Nêzikatiyên wek, hinek nirx derketine holê, ez ê van çawa bigirim bin serweriya xwe ya şexsî, li gorî xwe çawa bidim jiyandin derdikeve holê û ev pir xeter in. Ev wek tiştê haram xwarin e. Ev jî ji dizbûna modernîteya Kapîtalîst pêvetir ne tiştekî din e. 

Dikare çareseriyên navberê pêk bên

Niha dixwazin me bi temamî lawaz bikin, mîna Hîzbûllah û Hamasê li me bikin û li ser Kurdistanê bi temamî serwer bibin. Eger em karibin vê bi temamî têk bibin hingî rewşa ku Rêber Apo weke 'çareseriyên navberê' pênase dike dikare bikeve rojevê. Rewşa li Rojava bi vî rengî dikare belav bibe. Divê em ji vê yekê re amade bin. Divê em hem pratîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baş binirxînin, bi rengekî hîn rast binirxînin. Divê mirov xwe zêde bi hin deveran ve girê nedin, lê belê rewşa xwe ya rastî jî bibîne û nebêje ku tenê bi hêza xwe em ê bi tena serê xwe karibin li wir bimînin. Nêzîkatiyên serîtewandinê jî şaş in, nêzîkatiyên dûrî ji rastiyan jî şaş in. Lewma divê em vê rastiyê bibînin, li gorî vê jî hîn bi plan, rêxistinî, lihevkirin û tifaqan hîn baş bibînin û bimeşînin. Divê em alternatîfa modernîteya demokratîk bi pêş ve bibin. Derfet û firsendên vê hene, divê rast bêne fêhmkirin, bi rêxistinî û rêbazeke afirîner têkoşîn bê meşandin. Komplo pêvajoyeke ku bi şerê cîhanê re ketiye nava hev. Divê rastiya şerê cîhanê yê bi komployê re ketiye nava hev rast bê fêhmkirin. Niha jî Pêngava Azadiyê ya Global fînala vê ye. Ji bo parçekirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ye, ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye; ev dikare bê pêkanîn. Divê em hîn afirîner bin; hîn wêrek û fedakar bin. Bi rastî jî em gihîştine asta encamwergirtinê. Divê em vê encamê bibînin û zanibin ku dikarin encamê bi dest bixin, ji vê bawer bikin û ji bo pêkanîna vê jî bikevin nava çalakiyan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.