Rabuhirî her li pey me ye!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 14 Tîrmeh 2022 - 22:00

  • Ahoon dibêje, her kesê koçber her çend ji mîrasa xwe dûr bikeve jî ew her kêlî dixwaze bi rabihuriya xwe re têkiliyekê ava bike. Ew jî bi van wêneyên xwe nihêrîn û têkiliyeke nû ava dike. Çavkaniya wê ya wêneyan bê guman dîrok, çand û bibîranînên wê ne.

ARDÎN DÎREN

Parastoo Ahoon (Parastû Ahûn) hunermendeke jin a Kurd e û ji Kirmaşanê ye. Lê ew sirgûnî Emerîka dibe û li wir karên xwe yên hunerî didomîne. Niha jî li Brooklyn, New Yorkê dimîne. Ew ji mêj ve bi huner dadikeve. Di malbata wê de gelek hunermend hebûne. Bira û xwişkên wê nexasim bi karê mîmarî û modayê rabûne. Ev yek jî tesîra xwe li wê kiriye û kiriye ku bibe hunermend. Lê di mal de kesa herî zêde tesîra xwe lê kiriye, diya wê ye. Diya wê di karên destan de pirr jêhatî bûye û bi qedrê hunerî zaniye. Ev helwêsta malbatê ya ji bo huner, dike ku Parastoo Ahoon di temenekî piçûk de here lîseya hunerî. Wê di warê grafîk û sêwirandinê de dîplomaya xwe wergirtiye, lê destpêkê di warê peykersaziyê de hin ceribandinên wê çêbûne û piştî hunerê peykeran wê gelek hêlên hunerî ceribandine. Jixwe, ew xwe weke hunermendeke pirhêlî dihesibîne û di warê peyker, înstalasyon, wêne, performans û vîdeo de gelek berhemên wê hene. 

‘Şer û Aştî’ û ‘Kitêba Dîrokê’

Parastoo Ahoon di dema şerê DAIŞ’ê yê li Rojava de jî wêneyek çêkiribû û bal biribû ser berxwedana jinên Kurd û qehremanên Kobanê.

Parastoo Ahoon ji bo tabloya xwe ya “Şer û Aştî” ku ji bo wan çêkiribû, gotibû, “Min xwest van kesên bi rûmet nîşan bidim. Ev çend sal in li hember DAIŞ’ê şer dikin, ew ji bo me şer dikin û divê em bi wan serbilind bin.” Xebateke Parastoo Ahoon ya balkêş jî di sala 2015’an de li Bienala Venedîkê hatibû nîşandan. Navê vê xebata wê jî “Kitêba Dîrokê” bû. Jixwe, gelek xebatên Ahoon têkildarî siyaset û dîrokê ne. Ew têkiliya di navbera herduyan de bi huner rave dike û dibêje, heger mirov vê têkiliya di navbera siyaset û dîrokê de fêhm neke, mirov nikare bi huner dakeve û berhemên baş biafirîne. Ji lewma, wê ev “Kitêba Dîrokê” ya ku ji 1000 rûpelî pêk dihat, bê nivîs û tekstan hazir kir. Wê tenê xencerek di nav rûpelan de nîşan da, xencereke ku rûpelên sipî yên vala dirûxîne û zirarê li wan rûpelên spî dike û wê zerarê teswîr kir.

Parastoo Ahoon vê xebata xwe jî wiha dinirxîne: “Ez vê kitêbê tevî jiyan û dîroka xwe dinirxînim. Têkiliyeke bi talan û şerî re ava dikim. Nivîs tine ne, tenê çend heb xencerên tûj; xencer di vir de sembola kuştin û talanê ye. Min xwest şerê rabuhiriyê û yê îro ka çawa dewam dike, nîşan bidim.”

Hin tişt hene em nikarin ji bîr bikin

Parastoo Ahoon di van demên dawiyê de bêhtir bi bibîranînan daketiye û bi şêwazeke resen bi navê “Bibîranîn mayînde-yên nehatine vegotin” gelek wêne çêkirine. Ew di van wêneyên xwe de li ser nakokî û şer sekiniye. Ji bo vê yekê nîşan bide, bi sembolan dixwaze hin tiştan rave bike. Ji lewma jî rêûresmên kevn ên çanda ku jê tê, di hunerê xwe de bi kar tîne. Her wiha ew lêkolereke baş e jî û lêhûrbûnên wê yên di vî warî de dike ku bingehekî baş ji bo hunerê xwe ava bike. Parastoo Ahoon dibêje, her kesê koçber her çend ji mîrasa xwe dûr bikeve jî ew her kêlî dixwaze bi rabihuriya xwe re têkiliyekê ava bike. Ew jî bi van wêneyên xwe nihêrîn û têkiliyeke nû ava dike. Çavkaniya wê ya wêneyan bê guman dîrok, çand û bibîranînên wê ne. Lê ew vê mîrateya bi qîmet bi zimanekî cihê û nûjen şirove dike. Li gorî wê, di navbera çand û dîrokê de her tim nakokî hene û hunerê wê jî hewl dide van nakokiyan nîşan bide. Wê ji bo van wêneyên xwe jî gotina Harukî Mûrakamî ji xwe re kiriye referans: “Wext çiqas derbas bibe jî û çi bikeve navberê bila bikeve, hin tişt hene em qet nikarin wan ji bîr bikin, ew bibîranînên me ti carî ji bîra me naçin, em nikarin wan jê bibin.”

Têkiliya wêne û vîdeoyan

Parastoo Ahoon ji bo van wêneyên xwe ji xalîçeyên Kurdistan û Îranê sûd wergirtiye û weke stîleke balkêş ji nûve ew rave kirine. Wê bi vê şêwaza gelek wêne çêkirine û difikire ku vê şêwaza xwe dewam bike. Têkiliya di navbera wêne û videoyan de jî dinirxîne û dixwaze hin xêzên “Şikefta Lascaux” yên dîrokî bi riya videoyan zindî bike. Parastoo Ahoon ji têkiliya di navbera rubuhiriyê û îro de gelek hez dike. Hema bêje, berhemên xwe hemûyan li ser vê têkiliyê ava dike. Ev têkiliya di navbera doh û îro, çand û dîrokê de çavkaniyeke dewlemend e ji bo wê û ew bi vê çavkaniyê dadikeve. 

Parastoo Ahoon heta niha li gelek welatan pêşangehên hunerî li dar xistine û di van pêşangehan de xebatên wê yên di warê wêne, vîdeo, înstalasyon, peyker û performansê de hatine nîşandan.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.