Her tişta madî li gorî bingeha xwe ya madî teşe digire. Lê dîsa jî ji karbon û oksîjenê tenê, bi hezaran molekul çêdibin ku bingeha madî ava dikin ji bo jiyana em nas dikin. Ji hesin û helyûmê eynî zemînê madî ava nabe ji bo jiyana em nas dikin. Ji bo jiyana civakî jî fikr û zêhniyet weke van molekulan diyarker in. Di nava van fikr û zêhniyetan de eynî weke ku ji du atoman bi hezaran molekulên cihê dikarin çêbin, ji du, sê fikrên sereke bi hezaran awayên cihê yên rêxistiniya civakî dikarin peyda bibin. Di navbera azadî û ewlekariyê de, di navbera ferd û civakê de, di navbera demokrasî û nebûna wê de bi hezaran rengên hebûna civakî hene. Yanî ji esasên madî yên weke pekhateyên madî, aboriya wê civakê, çînên wê bêhtir ev esasê fikrî û zêhnî diyarker e. Em dikarin bibêjin, ev fikr û zêhniyet ew qumaş in ku civak jê tê fesilandin.
Di dawiya sedsala 18'an û destpêka sedsala 19'an de bi Şoreşa Fransî weke li ber rabûna nîzama civakî ya heyî, fikrek û zêhniyeta encama ronakbîriya Ewrûpî bi ser ketin û ji bo dinya em îro pê dizanin jî bûn zemîn. Demeke dirêj a şerên navxweyî û şerên împeryal û hegemoniyal bela xwe ji Ewrûpayê venekirin. Lê di dawiyê de nîzama civakî ya li dinyayê 'desthilat' wan ava kir. Ronakbîriya Ewrûpî xwe li ser humanîzmê, lazimiya nîzamên civakî û nexasim dewletê serê xwe gelekî êşand. Wê kir ku monarşiya xwedî hêza mutleq, bikeve ber lêpirsînê, civaka çînî ya hingê jî li nav hev bikeve. Çînên li derveyî arîstokrasiyê jî doza beşdariya desthilatê û hukmê siyasî kir. Ji van çînan ya xwedî sermaye û bajarî bi ser ket. Tişta em jê re dewleta netewe encama vê serketina burjuwaya Ewrûpî ye.
Yanî bêyî reformasyona sedsala 16'an û ronakbûna Ewrûpî ya heman sedsalê destpêkirî, mirov nikare lê bifikire ku Şoreşa Fransî çêbe û bi ser keve. Me li seranserê dinyayê dît ku dewletên netewe yên li ser vî esasî ava nebûne, ji civakên xwe re çi anîn û çi ji wan birin. Jixwe, wan tevî ronesans, reformasyon û ronakbîriya Ewrûpî jî nexasim rê li ber nijadperestiyên cihê vekir ku îro jî li Ewrûpayê serdest in; bi vî rengê xwe nebûne çareseriya ji gelek pirsgirêkên civakî re.
Gava em li Kurdistanê dinihêrin, hem fikrî û hem zêhnî beriya bi sed salan civakeke şikestî li ber me ye. Civakeke ku li dora mîran birêxistin bûbû -heta nîvê sedsala 19'an-, piştî şikestina wan wê xwe li dora şêx, seyid û pîran girt, piştî şikestina wan jî ew êdî neeşîr jî bûn. Gund bi gund ji dubendî û pirrbendiyê, zemînê tifaqa civakî a herî piçûk nemabû. Li ser vî esasê civakî, bi fikrên heyî ne dewlet, gund jî ava nebûn, çawa Cegerxwîn wê bi tecrûbeya xwe bidîta.
Li Rojhilat, Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê tecrûbeyên tevgerên cihê yên hebûna Kurd, di şert û mercên cihê yên sedsala bihurî de careke din îsbat kirin, bêyî ku ev esasê fikrî û zêhnî ji bo projeyên siyasî û civakî yên li Kurdistanê hebe, destketiyên Kurdan hemû neewle dimînin. Yanî ji hevîr şûr wê nikaribin bên çêkirin. Ji bo şûrî herî kêm metalek hewce ye. Her şûr ne şamisrî be jî, ji tişta ne şûr cihê dibe.
Axir Tevgera Azadiyê, ji bo hebûna Kurd bi fikr û pêşengiya Ocalan, rêyeke çêkirina vî esasê fikrî û zêhnî danî. Mesele statuyeke piçûk a Kurdan e, mesele ewlehiya hebûn û xwebûna wan e. Ji sînorên dewletên heyî û wê de civakîbûn û birêxistinkirina vê civakîbûna wan e.
Kurd li gorî beriya bi sedsalekê, li erdekî di Peymana Sevrê de pêşdîtî firehtir, îro xwedî hukmê siyasî ne. Lê ev hukmê hanê ne ewle ye. Bêyî esasekî xurt ê fikrî û zêhnî jî dikarin weke li Başûrê Kurdistanê, ji budceya xwe jî mehrûm bibe, ji mafên xwe yên destûrî jî. Çawa ku niha di nava Iraqa federal de behsa betalkirina xala 140'î ji bo diyarkirina statuya Kerkûk, Selahedîn û Diyalayê tê kirin.