QSD û Emerîka civiyan

Yekşem 14 Mijdar 2021 - 23:01

  • QSD`ê da zanîn ku Fermandarê wê yê giştî, Mezlûm Ebdî berpirsên ji Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê pêşwazî kiriye û rewşên dawî li herêmê û Sûriyê û zehmetiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîqaş kirin. 

QSD`ê da zanîn ku Fermandarê wê yê giştî, Mezlûm Ebdî berpirsên ji Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê pêşwazî kiriye û rewşên dawî li herêmê û Sûriyê û zehmetiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîqaş kirin. 

Li ser mijarê, malpera fermî ya QSD`ê daxuyanî da û got, "Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî piştî nîvrojê berpirsên Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê bi serokatiya Cigirê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê yê Karûbarên Rojhilata Nêzîk, birêz Ethan Goldrich pêşwazî kir." 

Li gorî malperê, di navbera her du aliyan de civîneke dirêj derbarê rewşên dawî li herêmê û Sûriyê hate lidarxistin. Di civînê de şandeya Emerîkî îşaret kir bi girîngiya parastina peymana agirbestê li herêmê û Sûriyê bi giştî, her wiha dewamkirina xebatên têkbirina dawî ya DAIŞ`ê.

Her wiha herdu aliyan, zehmetiyên ewlehî û aborî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêbazên zêdekirina destekdayîna mirovî ji bo kêmkirina bandorên şer, xurtkirina binesaziyê û aboriyê ji bo misogerkirina ewlehî û îstiqrarê, nîqaş kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.