Béatrice Dillies bi navê "Un génocide oublié, la voix brisée du peuple kurde" (Qirkirineke jibîrçûyî: dengê şikestî yê gelê Kurd) kitêbek weşand.
Kitêb di nava koleksiyona Kronos a SPM´ê ji weşanên "Editions l'Harmattan" derçû. Nivîskarê di vê kitêbê de hevpeyvînên xwe, bibîranîn û şiroveyên xwe yên deh salên bihurî yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê berhev kirine. Kitêb îdîa dike ew karekî bibe referans e û her wiha tevahiya xiyanetên li Kurdan bûne jî bi bîr dixe. Fokusa kitêbê nexasim jî qirkirina gelê Kurd e. Enfal cihekî mezin tê de bigire jî, qirkirina dewam dike ya Kurdan bi destê dewleta Tirk bi êrişên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî di kitêbê de cihê xwe digire. Ji ber ku hevpeyvîn bi Kurdan re hatine kirin, temamkera navê kitêbê, "dengê şikestî yê gelê Kurd" e.
PARÎS