Bi sîstem qir dikin
Çarşem 23 Tebax 2023 - 03:24
Malbateke ji Efrînê penaber bûyî û li Helebê bi cih bûbû, bi derewên ENKS´ê xapiya û berê xwe da Efrînê. ENKS nexasim jî vê dawiyê karê xwe yê rewakirina dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê zêde kir. Malbata Hebîb jî bi vî karî xapiya. Gava ku ji Helebê vedigeriya navçeya Efrînê Bilbilê ji bo ku biçe gundê xwe Qurnê, çeteyên dagirker ew revandin.
Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker ji bo ku qirkirina Kurdan li Efrînê mayînde bike, 30 penaberên ji Sûrî yên Ereb bi darê zorê dersînor kirin û li Efrînê bi cih kirin.
ENKS´ê ew xapandin
Piştî ku bi propagandaya ENKS′ê ya ji bo rewakirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, malbateke ji Bilbilê xwest vegere gundê xwe Qurnê. Malbat berê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk penaber bûbû û li Helebê bi cih bûbû. Li ser rêya begerê çeteyên dagirker her pênc nefsên malbatê li Ezazê revandin.
ENKS li aliyekî li aliyê din jî bi giştî PDK, propagandayê û xebatê dikin ji bo teşwîqkirina vegerandina penaberan li Efrîna dagirkirî. Her du jî vî karê xwe bi hevkariya MÎT′a Tirk dikin.
Herî dawî wan malbata Hebîb a ji gundê Bilbilê Qurnê xapand. Gava ku nefsên vê malê vedigeriyan gundê xwe Qurnê, li ser rê, li Ezazê çeteyên dagirker ew revandin.
Li gorî çavkaniyên ji hundirê Efrînê, dema malbat gihîştiye bajarê Ezazê yê dagirkirî, malbata ji Helebê vedigeriya, revandin û radestî çeteyên ′Polêsên Leşkerî′ yên artêşa Tirk a dagirker kirin. Vê hêza dagirkeran, nefsên malê birine devereke nediyar û bi aqûbeta wan nayê zanîn.
Navên revandiyan ev in: Derwîş Ebdulmenan Hebîb (55 salî), hevjîna wî Remziye Hisên Hebîb (50 salî), kurê wan Diyar Derwîş Hebîb (14 salî), her wiha Reşîd Hebîb (15 salî) û Nezmî Gulîn Hebîb.
Diz û şantajker in
Li gorî çavkaniyeke din jî çeteyan ji bo berdana 2 revandiyên din ên ku li mala xwe ya li gundê Ebdûdanê yê navçeya Bilbilê rûnin, 9 hezar dolar li ser wan ferz kirin da ku wan nerevînin û hate zanîn ku navê revandiyekî Hisên Seydo (60 salî) ye.
MÎT′a Tirk û çeteyên Polêsên Sivîl ên dewleta Tirk a dagirker, welatiyê bi navê Kamîran Esmet Xelîl (42 salî) ê ji navçeya Bilbilê jî bi hincetên derew revand.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efrînê ve, sûcên qetilkirin, revandin, êşkencekirin û desteserkirina mal û milkan dike. Ev sûc hemû di heman demê de sûcên şer in.
30 Erebên din li Efrînê bicihkirin
Dewleta Tirk a dagirker 30 penaberên Sûriyeyî bi darê zorê vegerandin û ew li Efrîna dagirkirî bi cih kirin.
Çavkaniyên ji Efrînê dane zanîn ku dewleta Tirk a dagirker pêr 30 penaberên Sûriyeyî di deriyê gundê Hemamê yê Cindirêsê re vegerandin û ew li kantona Efrînê bi cih kirin.
2 hezar malbat
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan di destpêka vê Tebaxê de dabûn ajansa me, dewleta Tirk ji destpêka îsal ve zêdetirî 2 hezar malbatên Sûriyeyê di heman deriyî re vegerandine û ew li Efrînê bi cih kirine.
Çavkaniyan got, leşkerên Tirk 7 kesên hewl didan di sînorê Tirkiyeyê-Sûriyeyê yê li Efrînê re derbas bibin, radestî çeteyên xwe kirine û pere ji wan standine.
Ev siyaseta dewleta Tirk beşeke sîstematîk a qirkirina Kurdan li kantona Efrînê ye.
ANHA/ŞEHBA