Mêtingeheke nû li Efrînê
Çarşem 30 Tebax 2023 - 16:09
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şera ya Efrînê, avahiyên din ên mêtingehan ava dike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ji Efrînê, dewleta Tirk a dagirker bi desteka ′Rêxistina Sewasiye′ û ′Saziya Navneteweyî ya Civakî û Piştgiriya Mirovan (SDI)′ li gundê Kefer Romê yê navçeya Şera bi navê ′Ehl El-Xeyr′ avahiyên nû ya mêtingehekê ava dike.
Çavkaniyê anî ziman ku piştî darên li daristana gundê Kefer Romê ji hêla çeteyên Sultan Murad ên ser bi artêşa Tirk a dagirker ve hatin birrîn, avahî tên avakirin.
Çavkaniyê ragihand ku hejmareke mezin a xaniyên li wê avahiyê, ji bo malbatên çeteyên Sultan Murad hatine veqetandin.
Ji dema dagirkirina Efrînê di Adara 2018′an de ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, nêzî 30 mêtingeh ji bo bicihkirina malbatên çeteyan û biyaniyên ji herêmên din ên Sûriyeyê, hatine avakirin.
Dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrînê guhertina demografîk pêk tîne û di demên dawîn de jî penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê bi darê zorê tîne û li herêmên Sûriyeyê yên dibin dagirkeriya xwe de bi cih dike.
ANHA/ŞEHBA