Baş e lê kêm e

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 30 Tebax 2023 - 01:53

Civaka ji bo Miletên Tehlûke li ser wan (GfbV) a navenda wê li bajarê Elmanyayê Gottingenê, bi daxuyaniyekê bang li Hikûmeta Federal a Elman kir da ku binpêkirinên mafê mirovan ên bi destê dewleta Tirk li Efrîn û Serêkaniyê hema hema her roj tên kirin, şermezar bike.

Pisporê Rohilata Navîn ê GfbV Dr. Kemal Sîdo got, “Ji ber revandin, girtin, şantaj, destavêtin û talankirina milkan a daimî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hîna nû ceza li ser du komên çete yên Îslamî ferz kirin; ev her du komên çete ser bi dewleta Tirk in. Ev biryar di warê mafê mirovan de biryareke rast e. Hikûmeta Federal a Elman jî lazim e niha bi lez alîkariya xwe ya siyasî, dîplomatîk û malî ji bo ´Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyê´ rawestîne.”

Dr. Kemal Sîdo ev koalîsyona hanê weke baskê siyasî yên çeteyên ketine ber cezayên DYE´yê “El-Emşat” û “El-Hemza” bi nav kir. JI ber wê GfvB rexne li DYE´yê girt, ji ber ku ew ceza li çeteyan dibire, lê destekê dide “baskê wan ê siyasî” yanî “Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyê”.

 

Ne tenê çeteyan koalîsyona wan jî ceza bikin

Dr. Kemal Sîdo rexneya xwe wiha dewam kir: “DYE, Elmanya û endamên din ên NATO´yê divê êdî fêm bikin ku armanca sereke ya Tirkiyeyê li Sûriyê, şerê li dijî ked û hewldana ji bo xweseriyê ya Kurdan e. Ji bo vê jî, Tirkiye bi Rûsya, Îran û rejîma Esed re jî hevkariyê dike. Ji ber wê, nabe ku destekkirina tevgera demokrasiyê ya li Sûriyê di ser Tirkiyeyê re bimeşe.” Wî got, esas ev alîkarî lazime ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re bê kirin, lewma ew hem şerê DAIŞ´ê dikin û hem jî ji bo rûnandina sîstemeke demokratîk a bêyî rejîma Esed hewl didin.

GfbV wekî din rapora êrişên dewleta Tirk ên 2022´yan a Instîtuya Kurd a Washingtonê (WKI) bi bîr xist û got, li gorî înstîtuyê, sala 2022´yan 17 hezar û 596 caran dewleta Tirk a dagirker êrişê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye. Ji sedî 34´ê qurbaniyên van êrişan sivîl in. Ji sedî 18´ê birîndaran zarok in û ji sedê 21´ê wan jî jin in.

GOTTINGEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.