Jenosîdê biçûk nîşan didin

În 8 Adar 2024 - 00:53

Bi ser kîmyabarana Helebceyê re 36 sal derbas dibin, lê heya niha ji bo ku Helebce li ser asta cîhanê weke jenosîd bê nasîn, Hikumeta Herêmê ti hewldanek nekiriye. Helebce ji aliyê hikumetê ve hatiye paşguh kirin û jibîrkirin. Derbarê mijarê de Berpirsa Mekteba kar û barê Şehîdan a YNK’ê Bilêse Cebar Ferman ji axivî. Bilêse Cebar got ku tevî beşek yasayê xizmeta xizmên şehîdan kiriye, lê divê ew yasa werin guhertin û wek sedem jî got:“Ji ber ku mûçeyê xizmên şehîdan gelek kêm e, hinek şehîdên me heye du zarokên wan hene, mûçeyê ji bo van jî tê dayîn gelek kêm e. Bi guhertina yasayê dikarin xizmetek zêdetir ji bo xizmên şehîdan werin dayîn.”

Bilêse Cebar di dewama axaftina xwe de got ku bîranîna karesat û kîmyabarana Helebceyê pirsek netewî ye, nabe hinek kes tenê xwe bikin xwedî û got:“Ya ku li hemberî Helebceyê hatî kirin trajedî û jenosîdek mezin e û li hemberî gelê me hatiye kirin. Lê hinek hizb û aliyên siyasî dixwazin vê trajediya mezin biçûk bikin û weke sucek şer bibînin. Ev jî nabe, ji ber ku yasaya şer cûda ye, yasaya jenosîdê jî cûda ye.”

Di dawiya axaftina xwe de Bilêse got:“Berjewendiya hinek aliyan di biçûk kirina bûyerê de heye, em jî li dijî vê ne. Hewldanên me yên ji bo kîmyabarana Helebceyê weke Jenosîd bê nasîn dewam dikin.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.