• Dadgeh û rayedarên Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya Tirk, ji halê malbata DAIŞ´î fêm dikin; dadgeh wê guh bide malbata ku keça Êzîdî revandiye û rayedarên wezareta Tirk jî zaroka Êzîdî li vê malbata çeteya DAIŞ´ê vegerand, ya ku hewl dida zarokê bifiroşe. 

Dewleta Tirk keçeke Êzîdî radestî malbateke DAIŞ´î kir. Ev malbat beriya niha ji ber ku hewl dabû vê keça Êzîdî bifiroşe, ketibû ber lêpirsînê û ji ber bazirganiya bi mirovan doz lê hatibû vekirin. Çeteya DAIŞ´ê di fermana 03.08.2014´an de ev keça Êzîdî revandibû û niha jî piştî ku dewleta Tirk lê vegerand, keçik li cem malbateke DAIŞ´î ye. Eşkere bû ku Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya dewleta Tirk ev keça Êzîdî ya qaşo wê ew diparast, radestî malbata DAIŞ’î ya ku ew revande Tirkiyeyê û da ber firotinê.

Ev keça Êzîdî, ya ku navê wê nayê eşkerekirin, çeteya DAIŞ´ê sala 2017’an ew revandibû Tirkiyeyê û piştre li ser înterneta "tevna tarî" (dark web) kire ber firotinê. Di Sibata 2021’ê de li Enqereyê di operasyoneke li dijî maleke hucreya DAIŞ’ê de keça Êzîdî ji destê vê malbatê hat rizgarkirin. Lê niha derket holê ku ew zaroka diviya qaşo dewleta Tirk wê biparêze bi destê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê, radestî malbata DAIŞ’î hatiye kirin; eynî ew malbata DAIŞ´î ya ku ew keça Êzîdî di dark webê de kiribû ber firotinê.

 

Wezaretê radestî malbata DAIŞ’î kir

Doh gava ev nûçe belav dibû, Sabbah Alî Orûç ê ku zarok revandiye Tirkiyeyê li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 15´an dihate dadgehkirin, ji ber bazirganiya mirovan. Rûniştina dadgehê jî hat biparvexistin.

Li gorî nûçeya Arti Gerçekê, zaroka ku vê malbatê ew revandiye, di 21’ê Hezîrana 2022’yan de bi erêkirina Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê, ya ku bi “biryara parastinê” diviyabû bê parastin, bi betalkirina vê biryarê, bi ‘girteka teslîmkirinê’ ya rayedarên "Sevgi Evi" ya Pursaklarê, radestî malbata DAIŞ’î hatiye kirin.

 

Belge di destê parêzeran de ne jî

Di nûçeya Hale Gonultaş de wekî din belge hene ku nîşan dide, zaroka Êzîdî ya hatiye revandin, di dema lêpirsînê bi xwe de jî dawiya hefteyan ji bo li cem wê rakeve dane malbata DAIŞ´ê ya ku dixwest zarokê bifiroşe.

Li gorî agahiyên dosyaya dozê de piştî serdegirtina mala DAIŞ´iyan bi qederê 3 mehan, rayedarên Tirk hiştine ku zaroka Êzîdî biçe û li mala DAIŞ´iyan bimîne.

Belgeya din a ku Arti Gerçekê doh weşandiye, di destê parêzeran de jî heye û nîşan dide keça Êzîdî, 21´ê Hezîrana 2022´yan bi "girteka teslîmkirinê" ya xebatkarên "Sevgi Evi" ya Pursaklarê radestî malbata DAIŞ´î hatiye kirin. 

 

Rûniştin hate bipaşvexistin

Li aliyê din rûniştina pêşî ya doza li dijî DAIŞ´î Sabbah Ali Oruç  ya ji ber bazirganiya navneteweyî ya bi mirovan ji ber ku wî hewl da keça Êzîdî bifiroşe jî, li Enqerê dewam kir. Lê rûniştin, bi helwêsta heyeta dadgehê ya alîgirê malbata DAIŞ´î bû mesele. Heyeta Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ya 15´an, daxwaza devkî ya Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê qebûl kir, lê parêzerên ku xwestin tevlî dozê bibin, daxwaza wan hat redkirin. Tevî ku parêzeran israr kir da ku li ser mijarê biryareke navberê bê dayîn jî, Serokê heyeta dadgehê got, "Min doz da destpêkirin jî" û daxwaza parêzeran red kir. Parêzeran nerazîbûna xwe bi gotinên, "Heta biryareke navberê neyê dayîn li ser daxwaza me, em ê ji vê holê dernekevin".

 

Rojnamevanê jî nerazîbûn nîşan da

Nûçegihana Arti Gerçekê, Hale Gonultaş jî nerazîbûn nîşana helwêsta dadgehê da û got, "Rêveberê DAIŞ´ê ev zarok revand û kire ber firotinê. Şopandina dozê, mafê her kesî ye. Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ji ber heman xala Qanûna Muhakemeyên Ceza tevlî dozê dibe, lê çima daxwaza parêzeran tê redkirin?"
Piştre heyeta dadgehê qebûl kir ku bi şertê hazirbûna yek nûnerê li ser navê her komeleya dixwaqze hazir be, rûniştin da destpêkirin. Lê li ser daxwaza dozger, di dawiyê de biryar da daxwaza hazirbûna di dozê de ya komeleyên hiqûqî red kir. 

 

Şahidê rovî dûvê rûvî

Di rûniştinê de li şahida ji Sevgi Evi ya Pursaklarê Kubra Akpinar hat guhdarîkirin û vê şahidê îdîa kir ku "ji ber ku zarokê xwest li malbat xwe vegere wan ew daye dayika wê ya li ser nasnameyê û ev dayik, elaqeya wê bi DAIŞ´ê re nîne". Li ser vê hazirên li holê nerazîbûn bi gotinên, "ma hîç wijdanê te nîne!" nîşan da. 
Li gorî nûçeya di Arti Gerçekê de parlamentera HEDEP´ê Adalet Kaya ya li hola rûniştinê ji serokê heyetê re gotiye, "Birêz serokê dadgehê, parêzerekî pirsan ji şahid bike li vir nîne. Bi xêra xwe tu jê bipirse, ka perwerdebûna wê ya li ser babetê çi ye?"

Parêzerê ku Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê nû wezîfedar kiriye, ji bo ku karibe li dosyayê bikole, xwest demê bidinê.

Dadgehê biryar da ku di rûniştina bê de malbata ku zarok danê, hazir be û rûniştin taloqî 18´ê Çileyê 2024´an kir. 

NAVENDA NÛÇEYAN

* Pirraniya agahiyan ji ber nûçeyên Hale Gonultaş û Ogulcan Ozgenc ên di Arti Gerçekê de weşandî hatine girtin. Wêneyên nûçeyê jî ji ber Arti Gerçekê hatine girtin.

 

Serpêhatiya revandin û firotina zarokeke Êzîdî

Sibata 2021´ê rayedarên dewleta Tirk dabûn zanîn ku wan bi ser maleke DAIŞ´ê ya li Enqerê de girtiye û keçeke Êzîdî ji malê rizgar kirine.

Derketibû holê ku DAIŞ´ioyan ev keç di ser "dar web"ê kiriye ber firotinê. Ev nûçe, bi dîmenên serdegirtina malê û danezaneke li ser rizgarkirina zaroka Êzîdî bi raya giştî re hatibûn parvekirin.

Bi tohmeta revandin û rehîngirtian zaroka Êzîdî îfadeya welatiyên Iraqê Anas V., Nasir H.R. û Sabbah Alî Oruç hatibû girtin. Anas V. û Nasır H.R. piştî lêpirsîna li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Sabbah Ali Oruç jî hatibû girtin.

Îdîanameya elaqedarî van DAIŞ´iyan 8 Adara 2021´ê hatibû qebûlkirin. Di îdîanameyê de ji bo her sê kesan tohmetên “Endametiya rêxistina terorê DAIŞ´ê" û "Cihgirtina di rêveberiya rêxistinê de" cih girtin.

Li gorî agahiyên di îdîanameyê de Sabbah Alî Oruç sala 2018´an li ser navê birayê xwe ji zaroka Êzîdî re nasnameyek bi navê “Aişe Sabbah. A.O.” derxistibû.

Li gorî îdîaya rayedarên Tirk, wan nekariye xwe bigihînin malbata zaroka Êzîdî û ew wisa dihizirin ku malbata wê di fermana 2014´an de hatibe qetilkirin.