Qezayan 2 hezar û 709 kes kuştine
Pêncşem 8 Îlon 2022 - 22:30
- Dezgeha Bîlançoyan a Wezareta Plandanînê ya Iraqê rapora xwe ya têkildarî qezayên trafîkê yên sala 2021’ê eşkere kir.
Wezareta Plandanînê ya Iraqê ragihand ku di sala 2021’ê de 2 hezar û 709 kes di bûyerên qezayên trafîkê de mirine û li gorî sala 2020’an ji sedî 30 bûyerên trafîkê zêde bûne.
Dezgeha Bîlançoyan a Wezareta Plandanînê ya Iraqê rapora xwe ya têkildarî qezayên trafîkê yên sala 2021’ê eşkere kir. Li gorî raporê, ji derveyî parêzgehên Herêma Kurdistanê, 10 hezar û 659 bûyerên trafîkê çêbûne. Di van bûyeran de 2 hezar û 709 kes mirine. Li gorî sala 2020’an ji sedî 30 bûyerên trafîkê zêde bûne.
Li gorî raporê di sala 2020’an de hejmara kesên di qazayên trafîkê de mirine 2 hezar û 152 kes bûne.
Di sala 2021’ê de 11 hezar û 230 kes birîndar bûne, lê di sala 2020’an de 8 hezar û 283 kes birîndar bûbûn.
Li gorî raporê ji sedî 80.1´ê sedemên bûyerên trafîkê xemsariya şofêran e, ji sedî 7.8 pirsgirêka wesayîtê, û ji sedê 6.1 ji ber sedema xerabûna rê û ji sedê 6 jî sedema peyayan û sedemên din bûne.
BEXDA