Qeyûmê Êlihê Çerçel ji mal derdixîne

Şemî 24 Sibat 2024 - 00:26

Qeyûmê Şaredariya Êlihê bi hinceta "veguherîna bajêr" dixwaze Mîraç Çerçel ji mala wî derxîne. Çerçek got bi pereyê ku qeyûm dixwaze ji bo xaniyê wî yê duqatî û dikana wî bide, nikare axurekî jî çêbike.  

Qeyûmê Êlihê  sala 2022'yan ji bo avahiyên li derdora Rûbarê Îluhê ku di Taxa Hurriyetê re derbas dibe, biryara "veguherandina bajêr" girt. Piştî biryarê gelek avahî hatin hilweşandin. Lê belê hin welatî ji ber ku bihayê xaniyê wan kêm hatiye diyarkirin serî li dadgehê dan. Bihayê mala 2 qatî û dikana Mîhraç Çerçel a wekî 574 hezar TL hat diyarkirin. Çerçelê ku qeyûm xwest wî ji mala wî derxe, li dijî vê serî li dadgehê da. Dadgeha Asliye ya 3'yan a Êlihê di 14'ê Sibatê de di aleyha Çerçel de biryar da.

Em tim mexdûr in 

Çerçelê ku bertek nîşanî vê yekê da, anî zimanbi pereyên ku ji bo mal û dikana wî hatiye diyarkirin nikare axurekî jî çêbike. Çerçel, wiha got: "50 sal in tê gotin ku wê derdora Rûbarê Îluhê têkeve ber veguherandina bajêr. Lê belê pereyê ji bo vir hatiye veqetandin bi awayekî hatiye xerckirin û ji bo veguherandinê nehatiye bikaranîn. Her tim qeyûm tayinî şaredariyê tê kirin û em tên mexdûrkirin." 

Nikarim axurekî bikirim 

Çerçel diyar kir ku divê ji bo xaniyê wî û dikana wî şert û mercên sala 2024'an li ber çavan bên girtin. Çerçel anî ziman ew ê îtîrazê li biryarê bike û got: "Ez bi tu awayî vî pereyî qebûl nakim. Çi dibe bila bibe, nikarin min ji vê malê derxînin. Bi vî pereyî dest ji xanî berde, ez nikarim axurekî jî çêbikim. Ev zilm e û ez zilmê qebûl nakim."

Bila mexdûriyetetê çareser bikin

Cîranê Çerçel, Baysal Aslan jî bertek nîşanî vê yekê da û got: "Malbata Çerçel hemû bi hev re li vir dijî. Yên ku ev proje çêkirine dixwazin 574 hezarî bidin û wan ji vir derxin. Bi vî pereyî hûn nikarin çîmento û qama avahiyeke du qatî jî bikirin." 

Aslan got: "Dema em hevalê xwe di vê rewşê de dibînin em jî xemgîn dibin. Ne hewce ye ku mirovan mexdûr bikin. Bila vê mexdûriyetê çareser bikin."

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.