Qeyûm darbe ye û em ê rê nedinê

Duşem 10 Hezîran 2024 - 00:37

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn anî ziman qeyûm darbe ye û destnîşan kir ku gelê Kurd wê rê nede vê yekê. Tekîn diyar kir ku tifaqa AKP û MHP'ê bi destê qeyûman li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet dimeşîne û got, ‘’Mafê hilbijartinê mafekî qanûnî ye, nabe ku ev mafê gelê Kurd bê astengkirin, nabe ku darbe li îradeya gelê Kurd bê kirin. ‘’

Gel nîşan da ku qeyûm naxwaze

Tekîn gotina Erdogan ku gotî 'Hiqûqê ya hewce kir' a rexne kir û got, "Wezîfeya hiqûqê naskirina hilbijartiyê gelekî ye. Eger hurmeta we li hilbijartiyê gel tine be hingî hûn hiqûqê jî nas nakin. Hiqûq divê ji darizandina qeyûman dest bi karê xwe bike. Mînakeke yekane ya rast nîne ku xizmet ji gel re kirine. Hemûyan li ser talan, karên nelirê û tinekirinê kar kirin. Mafê gel xwarin. Haya gelê Kurd ji van hemûyan heye. 2 serdeman ceribandin lê nekarîn bi ser bixînin. Li gel desteserkirin, talan, zext, girtin, êriş û polîtîkayên qeyûm jî gelê Kurd careke din îradeya xwe DEM Partî hilbijart. Vî gelî nîşanî me da ku qeyûm naxwaze. Li gel hemû rê û rêbazan jî desteserkirina îradeya gelekî ku te naxwaze faşîzm e. Bi îllegalîzekirina hevşaredaran, bi rêyên ne demokratîk hûn nikarin ji wezîfeyê dûr bixînin. Ev yek ne însanî ne jî hiqûqî ye."

Em qeyûm nasnakin

Tekîn destnîşan kir ku ew ê têkoşîna li dijî qeyûman geş bikin, li Kurdistanê rê nedin qeyûman û got, "Li hemû bajarên me çalakiyên me yên nobedê dewam dikin. Her roj em bi girseya xwe re dimeşin. Li gel astengiyan hemûyan jî em xwedî li îradeya xwe derdikevin. Em ê nehêlin ku şaredariyên gel desteser bikin. Li Colemêrgê qeyûm hate tayînkirin û hevşaredar hate girtin, lê endamên me yên meclîsê civiyan û di nava xwe de wekîla hevşaredar hilbijartin. Ev yek jî gava destpêkê ya nenaskirina qeyûm e. Dibe ku di pratîkê de wan qeyûm tayîn kiribin lê belê em xwedî li îradeya xwe ya li wê derê derdikevin.’’ Tekîn herî dawî bang kir ku her kes li vîna xwe xwedî derkeve.

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.