Qeydên Kobanê heta 31’ê Tebaxê didome

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 28 Tebax 2024 - 00:04

Qeydên Zanîngeha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 24’ê Tebaxê dest pê kirin heta 31’ê mehê wê bidomin. Li zanîngehê 4 beşên nû vebûne, xwendekarên ku qeyda xwe lê kirin gotin dema ku navê xwe li zanîngeha Kobanê qeyd kirine xewna wan bûye rastî.

Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê di 24`ê Tebaxê heta bi 31`ê Tebaxê şagirtên ku ji qonaxa amadehiyê derçûne, di zanîngehê de qeydên xwe ya sala 2024-2025`an dikin.

Zanîngeha Kobanê ku ji sala 2017`an ve vekiriye, di sala 2023-2024`an zêdetirî hezar û 250 xwendekar lê cih digrin û ji van xwendekaran 250 xwendekar derçûn. Îsal jî sala xwendinê ya 2024-2025`an de hejmareke mezin ji xwendekaran berê xwe didin zanîngehê û navê xwe ji bo sala nû ya perwerdehiyê qeyd dikin. Xwendekar û mamosteyan diyar kir ku xwendin bi zimanê dayikê gelekî xweş e û ew xwenên xwe jî pêk tînin. 

Mamoste Gulçîn Hacî Mûrad, têkildarî sala nû ya xwendinê ya li Zanîngeha Kobanê got, “Qeyda sala nû ya perwerdehiyê di 24`ê Tebaxê de dest pê kir û wê heta 31`ê Tebaxê dewam bike. Di 2`ê Îlonê de jî wê ezmûnek ji xwendekarên zanistî re bê kirin û li ser vî esasî li gorî pîvanên ku xwendekar digirin wê hilbijartin pêk were û derbasî zanîngehê bibin. Piştî wê jî ji 9`ê Îlonê heta 19`ê Îlonê xwendekarên ku dixwazin li fakulte û peymangehê qeyda xwe bikin, li gorî piwanên wan wê bêne bicih kirin." 

4 beşên nû vebûn

Hacî Mûrad, anî ziman ku li zanîngeha Kobanê 4 beşên nû hatine vekirin û domand, "Li zanîngeha Kobanê 4 beşên nû hatin vekirin. Peymangeha Bilind a Ragihandinê, Mafnasî, Peymangeha Ingilîzî jî bû Fakulteya Ziman û Wêjeya Ingilîzî û Mamosteyên baxçeyên zarokan hatine vekirin." 

Xewna me bû rastî

Xwendekarê beşa zanistî Newaf Ehmed Hesen ê ku ew jî hatiye navê xwe qeyd bike, diyar kir ku bi zimanê dayikê zanîngeh xwendin ji bo wan weke xewnekê bû û wiha got, “Xewna me bû rastî. Me navê xwe di zanîngeha Kobanê de qeyd kir, da ku em hêviyên bi salan di zanîngehê de bikin rastî. Beşa ku ez jî hêvî dikim di zanîngehê de bixwînim beşê Mîmarê yan jî Hemşerîtî be."

ANF/CUDÎ IBRAHÎM/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.