Qêrîna azadiyê deng veda

Duşem 13 Mijdar 2023 - 00:15

  • Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li gelek navendên  Ewropayê di çarçoveya pêngava "Ji Rêber APO re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî" daketin meydanan.

Ciwanên Kurd û dostên wan li welatên Elmanya, Fransa, Swîsre, Îtalya, Awûstûrya herikîn meydanan û doza azadiya Rêberê xwe Abdullah Ocalan kirin.

FRANKFÛRT: Kurdên ji Frankfûrt, Mannheîm, Maînz, Darmstadt, Gîessen, Hanau û Offenbachê tevlî meşa ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Kurd û tevgerên ciwanên enternasyonalîst ve hatibû organîze kirin, li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hate lidarxistin, bûn. Girse li Meydana Goethe ya Frankfurtê li hev civiya û bi pankart û flameyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Çalakger bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Em hemû PKK ne", “Kujer Erdogan" ber bi Baxçexaneya Frankfurtê ya li navenda bajêr meşiyan.

Çalakî piştî daxuyaniya bi zimanê Elmanî û banga tevlîbûna çalakiya ku 18’ê Mijdarê li Berlînê ya li dijî qedexeya PKK’ê tê lidarxistin, bi dawî bû.

DUSSELDORF: Meşa li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê jî li ber avahiya DGB Hausê dest pê kir. Ciwanan gelek caran bênavber dirûşmên azadiya fîzîkî ya Rêber APO berz kirin û ji bo hilweşandina pergala Îmraliyê peyam dan. Her wiha ciwanan bi dirûşmên Elmanî anîn ziman ku hemû saziyên mafên mirovan ên li Ewrûpayê bi taybet Elmanya ji vê pergala êşkenceyê berpirsyar in.

BREMEN: Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Rojava bi pêşengiya Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê li bajarê Bremen ê Elmanyayê hate protestokirin. Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê, ciwanên Tevgera Ciwanen Şoreşger (TCŞ), Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bremenê û endamên Meclîsa Jinê ya Sêvê beşdarî meşê bûn. Di meşa ku li ber HBF ya Bremenê destpê kir de, çalakger li ber Parlamenta Eyaleta Bremenê, Oberstraße, Am Brîll, Martinîstrasse meşiyan û li Domsheîde meş bi dawî bû.

HAMBÛRG: Li Hambûrgê jî di çarçoveya hemleya "Ji Rêber Apo re Azadî" ya ji aliyê Tevgera Ciwanên Ewropayê ve hatiye destpêkirin de meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşê de bi sedan posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û pankarta "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" hat hilgirtin.

Di meşê de dirûşmên "Bîjî Serok Apo", "Terorîst Erdogan", "Bijî Berxwedana PKK'ê" berz kirin.

FREIBÛRG: Yek ji navendên ku ciwan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan herikîn meydanan bajarê Freîbûrgê bû. Meşa ciwanan li Platz der Alten Synagogê destpê kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, hatin qêrîn. 

STUTTGART: Li bajarê Stûttgartê jî, li meydanan Lauteschlager meşek hate lidarxistin û bi sedan kes tevlî bûn. Rêxistinên Zusammenkampfen, OTKM, RiseUp for Rojava, Partîzan û Dîe Lînkê yên ji Elmanya û Tirkiyê jî beşdarî meşê bûn. 

PARÎS: Endamên TCŞ û TekoJIN’ê ku li paytexta Fransa Parîsê hatin cem hev, azadiya Rêber Abdullah Ocalan xwestin.

Ciwanên li Gare Du Nordê hatin cem hev, tîşortên spî yên dirûşmên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ser nivisîbûn li xwe kirin û dest bi meşê kirin. Ciwan bi coşeke mezin bi dirûşmên “Bijî Serok APO” heta Qada Republique meşiyan û li vir daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em soz didin ku em ê di rêya ku bi Rêber Apo re dest pê kiriye de bi Rêber Apo re  bi ser bikevin."

MARSÎLYA: Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li herêma Dragûîgnan a bajarê Marsîlya yê Fransayê li hev civiyan û heta ber Postexaneya Biçûk meşiyan. Gelek caran dirûşmên "Bijî Serok APO" û "Liberté Pour Ocalan" hatin berzkirin. Ciwanan diyar kirin ku azadiya gelê Kurd bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û gotin, "Astengiya herî mezin a li pêşiya têkoşîna li dijî pergala kapîtalîst azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye."

LOZAN: Endamên Tevgera Ciwanên Ewropa Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ku li bajarê Lozan ê Swîsreyê hatin cem hev, bang li hemû ciwanên şoreşger kirin ku dakevin qadan. Ciwanan li kolana Place de Riponne bi pankarta 15 metreyî ya bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî" dest bi meşê kirin. Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN'ê diyar kirin ku paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan yekane çareseriya vê pêvajoya kaotîk a li cîhanê ye. Ciwanan diyar kirin heta pergala êşkenceya Îmraliyê neyê rûxandin ew ê meydanan neterikînin.

ZURÎH: Ciwanên li Zurîh ê Swîsreyê li hev civiyan bang li hemû ciwanên şoreşger kirin dakevin meydanan. Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN'ê diyar kirin ku paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan yekane çareseriya vê pêvajoya kaotîk a li cîhanê ye.

VÎYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de Tevgera Ciwanên Şoreşger, daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Kurd û dostên xwe li Schwarzenbergplatzê li hev civiyan û mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.

TORÎNO: Li bajarê Torîno yê Îtalyayê jî, çalakiyek ji aliyê Defend Kurdistanê ve hate organîze kirin. Çalakiyê li meydana Pîazza Castello destpê kir, bi sedan ciwanên enternasyonalîst beşdar bûn. Ciwanan dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’ û ‘Gelên hevgirtî wê dîrokê binivîsin-Heta serketinê bi Rêber APO re’ qêriyan. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.