Qederê milyonekê xwendekarên Rojava

Yekşem 12 Îlon 2021 - 23:52

Sala xwendinê ya 2021-2022 li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. 4 hezar û 445 dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, doh deriyên xwe li xwendekaran vekirin. 834 hezar û 355 xwendekar li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dan dibistanan. 

Desteya Perwerdeyê, îsal li gelek herêmên herêma Cizîrê, 19 dibistanên amadehî ji bo şaxên pîşeyî (bazirganî, pîşesazî, çandinî û tenduristî) vekirin. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şagirtên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sê zimanên sereke yên xelkê herêmê yanî "Kurdî, Erebî û Suryanî" perwerde dibin. 

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.