Qederê milyonek şagirt

Pêncşem 8 Îlon 2022 - 22:06

  • Li Rojavayê Kurdistanê û li nav Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî 4700 dibistan tevî 61 hezar mamosteyan wê dersê bidin 878 hezar xwendekarên qonaxên seretayî, navîn û amadeyî.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwendekar amadekariyên sala nû ya perwerdeyê dikin. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ji sedî 90 amadekariyên sala nû bi dawî kirine da ku zêdetirî 878 hezar xwendekarî pêşwazî bike.

Di 30’ê Tebaxê de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nîqaşkirina pêvajoya perwerdeyê ya li herêmê û amadekariyên sala nû ya xwendinê ya 2022/2023’yan civînek li dar xist.

Desteyê, roja destpêkirina dewama îdarî li dibistanan wek 11’ê Îlonê destnîşan kir. Xwendekar jî di 18’ê heman mehê de dê dest bi dewama xwe bikin.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Receb El Mişrif got, wan ji sedî 90´ê amadekariyên sala nû ya perwerdeyê bi dawî kiriye.

Ji bo 878 hezar xwendekaran 61 hezar mamoste

Hejmara xwendekarên sala nû ya perwerdeyê bi 3 qonaxên perwerdeyê (seretayî, amadehî û navîn), 878 hezar e. Hejmara mamosteyan jî digihêje 61 hezaran. Ew çûn kursên perwerdeya havînê li ser awayê materyal û bingehên danûstandina bi xwendekaran re.

Li gorî amarên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 hezar û 700 dibistan ji bo pêşwazîkirina xwendekaran amade ne.

El Mişrif diyar kir ku di encama xebatên desteyê yê tamîrkirin û avakirina dibistanan de hejmara dibistanan a ku par  li gorî sala bihurî zêde bûye. Wî got, par 4 hezar û 445 dibistanan xwendekar hewandine û wiha peyivî:

“Par hejamara dibistanên qismî wêran, 410 bû, lê niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara wan tenê 168 e.

Dibistanên ku bi temamî hatibûn wêrankirin, par 210 bû, lê niha 180 mane. Ev hemû jî bi piştgiriya Rêveberiya Xweser tê kirin."

Li Helebê 3 dibistan

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dibistaneke nû li devera Şeqîf ava kir û dibistaneke din jî li taxa Eşrefiyê sererast kir. Dibistana Şehîd Avaşîn Demhat li dawiya kolana 15’an a rojavayê taxa Şêxmeqsûd û nêzî kolana El Rehba ya devera Şeqîf e.

Xebatên sererastkirina dibistana Hemdî Muezin a li taxa Eşrefiyê jî bi dawî bûne û ji bo pêşwazîkirina xwendekaran amade ye.

Rêvebera komîteyê, Zahîde Reşîda da zanîn ku her du dibistan ji bo qonaxa seretayî ne û wiha peyivî: "Dibistana Şehîd Avaşîn Demhat ji 25 refan û 2 odeyên rêveberiyê pêk tê, lê dibistana Hemdî ji 35 refan û du odeyên rêveberiyê pêk tê. Hejmara xwendekaran di van dibistanan de dê li gorî hejmara xwendekarên qeydkirî diyar bibe.''

Hêjayî gotinê ye ku 3 dibistan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, bernameya Rêveberiya Xweser qebûl dikin.

Dêûbav divê bala xwe bidin zarokan

Rêveberiya Perwerde û Fêrkirinê îsal ber bi cîbicîkirina sîstema cil û bergên yekşêwe yên dibistanê ji bo sê qonaxan ve diçe. Der barê mijarê de Receb El Mişrif got, "Ji bo ku şagirt û xwendekarên me li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî munasib bi cilên yekşêweyî xuya bikin, em pirr dixebitin. Ev jî cudahiya tebeqî û çînî di dibistanên me de ji holê radike."

El Mişrif wiha doman, "Em ji dê û bavan daxwaz dikin ku hîn zêdetir bala xwe bidin zarokên xwe û ezmûnan li malê jî bidin wan da ku bi mamosteyên dibistanan re hevkariyê bikin û bi wî rengî zanist li herêmê bi tevahî bi pêş bikeve."

Sîstema perwerdeyê li dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingehê sîstema nirxandina xwendekaran hatiye avakirin da ku asta xwendekar li gorî zanîna wî û rêjeya beşdarbûn û peywendiya wî ya di dersan de were nirxandin. Ev jî bandorê li encama dawîn a dawiya sala xwendinê dike.  

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.