- Documenta 15´an a ku îsal li bajarê Elmanya yê Kasselê dê li dar bikeve, bi tohmeta “antî-semîtîzm”ê re rû bi rû ye.
Documenta 15´an a ku îsal li bajarê Elmanya yê Kasselê dê li dar bikeve, bi tohmeta “antî-semîtîzm”ê re rû bi rû ye. Ev koma pêşangehan a mezin a 5 salan carekê, ji dinyayê gelek hunermend dike mêvan û dihewîne tevî berhem û pêşangehên wan. Documenta li ser îdîayên têkiliya wê bi tevgera BDS -tevgera boykotkirina malên Îsraîlê- daxuyaniyek da û îdîayên heyî red kirin.
Documenta yek ji pêşangehên dinyayê yên herî bi nav û deng e. Pêşangeheke rengîn e û 5 salan carekê li dar dikeve. Lê pêşangeha îsal li ser têkiliya wê ya bi tevgera BDS (Boykot, liderhiştin û cezakirin [a li dijî dewleta Îsraîlê]) re hat rexnekirin. Tevgera BDS dixwaze Îsraîlê ji hêla sîyasî û aborî ve biçewisîne. Parlemena Elmanyayê sala 2019’an ev tevger weke antîsemîtîst sinifand.
Koma bi navê “The Alliance Against Anti-Semitism Kassel” îdîa kir ku “Aktivîstên antî-Îsraîl wê tevlî pêşangehê bibin”. Wê ji bo delîl jî tevlîbûna hunermendên Filîstînî nîşan da.
Li gorî îdîaya vê komê, “Navenda Çanda Khalil Sakakini ya Ramallah” di pêşangeha îsal de cih digire û ev navend jî bi bertekên xwe yên li dijî Îsraîlê tê naskirin. Her wiha ev navenda çandê, piştgiriyê jî dide hunermendên Filistînî. Ji ber van sedeman ev kom bi vê îdîayê Documenta 15 tawanbar dike û dibêje, haya wan ji vê yekê heye.
Li gorî îdîayan, hunermend Lara Khaldi û Yazan Khalili hîna jî endamên vê navendê ne û îsal bi kolektîfa “The Question of Funding” tevlî pêşangeha Documenta 15 dibin. Hat piştrastkirin ku têkiliya Lara Khalidi bi navendê re nemaye lê Yazan Khalili hîna jî weke endamê meclîsa navendê li ser kar e û dixebite.
Li ser van îdîayan Documenta 15´ê li ser malpera xwe daxuyaniyeke kurt da û got, “Documenta 15 bi ti awayî piştgiriyê nade çalakiyên antîsemîtîzmê. Documenta piştgiriyê dide azadiya huner û zanistiyê, em jî li hemberî antî-semîtîzmê, nijadperestî, şiddet û hemû cûdakariyan disekinin û piştgiriyê didin hewldanên bi vî rengî.”
BERLÎN