Qaşo ne di destê wan de ye

În 21 Nîsan 2023 - 01:11

Ji 2 salan zêdetir e ku agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê stendin. Rêber Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re di telefonê de kurt axivîbû. Di heman demê de ji girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî agahî nayê stendin.

Hevdîtin bi awayekî sîstematîk tên astengkirin, cezayên dîsîplînê jî bi derengî radigihînin parêzeran.

Parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan û diyar kirin ku bi taybetî ji sala 2021’an û vir ve ji ber tecrîda girankirî û astengiyan, muwekîlên wan rastî miameleya xerab tên.

Di 8 salên dawî de Buroya Hiqûqê ya Serdemê bi dehan serî li Dadgeha Makeqanûnê daye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, AYM´ê ji nav van miracaetan, derbarê 23´yan de ji Wezareta Edaletê fikir xwestiye.

Wezaretê der barê qedexeya hevdîtina bi parêzeran, cezayên dsîplînê yên malbatê, mafên axaftina bi telefonê, qedexeyên li Îmraliyê yên di dema Rewşa Awarte (OHAL) û gelek mijarên bi vî rengî de, fikr û nihêrîn pêşkêşî Dadgeha Destûrê kirin.

Hat ragihandin ku AYM´ê der barê 23 dosyeyan de ji wezareta edaletê ya Tirk nihêrîn xwestiye.

 

Wezaret tecrîdê sivik dibîne

Wezaretê di 24’ê Adarê de nihêrînek pêşkêşî AYM´ê kiriye û Wezaretê îdîa kiriye ku tecrîda li Îmraliyê ‘ne miameleya xerab e.’

Wezaretê îddîa kir tecrîd ‘sivik’ e û destnîşan kir ku li Îmraliyê ‘miameleya xerab’ tine ye.

Wezaretê îdia kir ku mafên hevdîtina bi malbatê, parêzer, telefon, wergirtin û şandina nameyan jî li gorî qanûnê tên sepandin.

 

Sedema tecrîdê qedexe ne

Wezaretê bal bire ser pêknehatina hevdîtinên malbat û parêzeran û got, “Di hevdîtinên bi malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan re û serlêderên din ên li heman girtîgehê de, ji ber sedemên ne di dest de pêkhatina astengiyan û girtina tevdîrên xurt ên ewlehiyê rewşeke maqûl e…”

Di bersiva Wezaretê de derbarê ‘sedemên ne di destê wan de’ çi ne, tu tiştek nehate diyarkirin. Wezaretê îddîa kir ku redkirina daxwazên hevdîtinê ne ‘kêfî’ ye û sedem qedexeyên hevdîtinê ne. AYM´ê di 3'ê Nîsanê de piştî ku wezaretê nêrîna xwe pêşkêş kir, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî nihêrîn xwest.

 

Tecrîd êşkence ye

Parêzeran heta 18'ê Nîsanê li ser 23 dosyayan nihêrînên xwe dan û diyar kirin ku argumanên ji aliyê Wezaretê ve derbarê astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran hatiye kirin, ne rast in. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), parêzeran bal bire ser biryara Benalî-Lîbyayê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û bi bîr xist ku qedexeya êşkenceyê ya NY’yê bi astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran hatiye binpêkirin û ev rewş wekî “incommunicado (têkîlîdanenîna teqez) hate binavkirin. Parêzeran diyar kir ku divê serlêdanên wan di çarçoveya xala 17’an a destûrê yanî qedexekirina muameleya xerab û êşkence de bên nirxandin.

Parêzeran mafên Rêber Abdullah Ocalan û muwekîlên din hatine desteserkirin.

Parêzeran got, şert û mercên ku dikarin berxwedana fizîkî û exlaqî ya mirov bişikînin, têkiliya wan bi qedexekirina "muameleya xerab" re heye.

AYM bi salan e miracaetên parêzeran nabersivîne û nayê zanîn ka ev serlêdanên dawî kengê wê werin bersivandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.