QSD’ê êrişa DAIŞ’ê têk bir
Sêşem 6 Gulan 2025 - 03:15
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Tugeya Zîbanê ya li gundewarê rojhilatê Dêrazorê têk bir. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser navenda wê ya li bajarokê Zîbanê ya gundewarê Dêrazorê ev agahî li ser malpera xwe parve kir:"Hêzên me êrişek şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst a li ser Tugeya Zîbanê ya girêdayî hêzên me ya li gundewarê rojhilatê Dêrazorê têk bir. Şaneya terorîst a DAIŞ’ê guleyên RPG avêtin baregeha tugeyê. Şervanên me bersiva êrişê dan û şerekî dijwar rûda. Ji ber derbeyên giran û berxwedana xurt a şervnan şaneya terorîst neçar ma bireve." QSD’ê diyar kir ku mîsyona xwe parastina ewlehiya herêmê ji şaneyên rêxistina terorîst berdewam dike.
ANHA