Projeyên me hene

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 30 Nîsan 2024 - 00:29

Hevşaredarên nû yên wargeha Mexmûrê gotin, “Em ê hewl bidin di hemû aliyan de ji bo gelê xwe bibin bersiv, erk û berpirsyartiya ku bikeve ser milê me, em ê pêkbînin û soz didin ku bibin layîqê wan.

Hevşaredarên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fatma Bîlen û Edban Yilmaz têkildarî kar û xebatên ku wê bikin axivîn.

Iraqê projeyên me nepejirand

Fatma Bîlen bi bîr xist ev cara duyan e kut ê hilbijartin, serdema bihurî li gorî derfetên berdest peywirên ku dabûne ber xwe bi cih anîne û got,’’Me gelek proje pêşkêşî Hikûmeta Iraqê kirine, li rûxmê ku şaredariya me di Iraqê de fermiye jî, lê bi ti awayî ev proje nehatine pejirandin. Di vê dema nû ku me dest bi xebatê kirî de, em ê hewl bibin wan projeyên ku di destê me de mayî, wek sera û çewlikên mirîşkan pêk bînin her wiha emê ji bo jinan jî dirûnxane vekin. ‘’

Em ê giranî bidin şînkahiyê

Fatma Bîlen bi domdarî têkilî xebatan wiha got “Em ê hewl bidin di vê dema nû de projeyên ku em ji bo wargehê pêk bînin, wek çêkirina parqên zarokan a di her semtekê de û çêkirina salona sporê, emê bixin meriyetê. Bi wê ve girêdayî em ê cade û parqên wargehê jî nû bikin. Wek tê zanîn em di erdnîgariyekî germahiya wê zêde de jyandikin, ji bo wargeha me hîn bitendûristir bibe, em ê giranî bidin ser şînkahiyê û hewl bidin hîn zêdetir wargehê di aliyê ekolojî û paqijiyê de biparêzin. ‘’

Ambargoya bi salan

Hevşaredar Edban Yilmaz bal bire ser ambargoya li ser Wagehê, ‘’Tê zanîn ku ji aliyê herêma Kurdistanê ve ambargoyek bi salane tê meşandin, gel ji herêma Kurdistanê bêpar maye ji ber wê berê xwe dane Iraqê. Me di aliyê xizmetgûzarî de projeyên xwe pêşkêşî Iraqê kirine, lê di rewşên siyasî de bandora hinek hêzên ji derve jî li ser wan dike, mixabin ti alîkarî bi vî gelî re nayê kirin.’’

Iraq me paşguh dike

Edban Yilmaz bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Emê hewl bidin ji derve de hinek projeyên weke çêkirina salona sporê, saheyên volaybolê û hwd ji bo ciwanan pêşbixin. Lê em ê çiqasî bikaribin ji derve de piştgiriyekê bistînin û wê bi me re bibin alîkar, ev jî dimîne ser nêzîkatiyên Iraqê. Di wî alî de wargeha me di hinek aliyan de sînordarkiriye, ji ber ku em weke gel nikarin ji dewlemendiyên Iraqê sûd bigirin û Iraq jî me paşguh dike. ‘’

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.