Pro Humnitate alîkariya xwe dewam dike

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 5 Mijdar 2022 - 01:28

Komeleya Pro Humanitate e.V. ya li bajarê Elmanyayê Kolnê ev 26 sal in xebata alîkariya insanî û xizmeta civakî dike. Wê destpêkê alîkariya ji bo Kurdên dewleta Tirk di salên 90´î de gundên wan şewitandin, organîze kir. Niha ew hîna lîkariya ji bo Kurdistanê organîze dike; lê li pêş Rojavayê Kurdistanê û alîkariya ji bo Êzîdiyên Şengalê û kampan heye. 

Di şeva şahiya 25 saliya komeleyê de kabaretîstê Elman Jurgen Becker jî derkete ser dikê. Wî rexne li siyasetê girt û got,  berê partiyên siyasî vîzyonên ji bo siberojê, awayê bi hev re jiyanê bibe pêş dixistin û îro ew vî karî nakin, ji ber wê jî pêdivî bêhtir bi komeleyên weke  Pro Humanitate e.V. heye.

Şahiya salvegera damezrandinê esas lazim bû par pêk bihata, lê ji ber pandemiya ji ber vîrûsa Covîd 19´ê, hatibû bipaşvexistin. Axir şahî pêr li dibistana Gemeinschaftsgrundschule Lustheider Straße a li Kolnê pêk hat. 

Memo Şahîn ji endamên rêveberiya komeleyê ye û di damezrandina komeleyê de jî cihê xwe girtibû.

Komeleya  Pro Humanitate e.V. sala 1996´an di Roja Aştiyê 1´ê Îlonê de hatibû damezrandin.   

Memo Şahîn dide zanîn ku wan bi alîkariya wezareta karên derve û sefîrê Elman li Enqereyê alîkariya xwarinê gihandiye xelkê ku dewleta Tirk ew ji gundên wan kiribûn der.

Komele ji sala 1998´an ve xizmeta ji bo ciwanan jî dike.

Ji endamên rêveberiya komeleyê Jurgen Neitzel jî dibêje, alîkariya wan a ji bo Kurdan û Êzîdiyan dewam dike, nexasim jî li Sûrî û Iraqê.

KOLN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.