Komeleya Navneteweyî ya Mafên Mirovan a Elmanyayê, nerazîbnûn nîşanî êrişên li dijî Rojava da. Komeleyê di ser hesabê xwe yê medya dijîtal re daxuyaniyek da û got, lazim e êdî Elmanya û NATO di şerê li dijî Kurdan û hindikahiyên din de destekê nedin dewleta Tirk.
Komeleya Navneteweyî ya Mafên Mirovan a Elmanyayê got, “Hamas û terora din, Îsraîliyan bi awayekî hovane dikujin û direvînin. Artêşa Tirk a bi rêveberiya Erdoganê Îslamî jî, binesaziya sivîl bombebaran dike. Êrişên leşkerî û milîsên ku Enqere wan fînanse dike tevahiya herêmê bêîstîqrar dikin.”
Mirovan ji cih û warên wan dikin
Di daxuyaniyê de hat gotin, ji ber êrişên dewleta Tirk gelek mirov ji cih û warên xwe hatine kirin û daxuyaniyê wiha dewam kir: “Erdogan hewl dide Îslama tundrew a sunî li ser yên mayî ferz bike û wan asîmîle bike. Gel neçar dimînin li hemberî vê asîmîlasyona çandî dev ji welatê xwe berdin. Elmanya û NATO heger dixwazin bawerî bi wan bê anîn, divê êdî şerên êrişê yên Erdogan ên li dijî Kurdan û hindikahiyên din rewa nekin û destekê nedinê.”
BERLÎN