Rojava destketiya Kurdistanê ye

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 10 Cotmeh 2023 - 16:36

Êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê, nexasim Rojavayê Kurdistanê, li bajarên Ewrûpayê û li Torontoya Kanadayê bi çalakiyan hatin protestokirin. Çalakiyên li Ewrûpayê, li bajarên Bern û Luzern ên Swîsreyê û li bajarên Giessen û Saarbrucken ên Elmanyayê bi rê ve çûn.
BERN: Li ser banga Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Bahnhofpaltzê çalakî hat lidarxistin. Çalakiyê bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Li ser navê PYD’ê ji nûnerê wê yên Swîsreyê, Abbas Omer axivî û got: “Em van êrişên dewleta Tirk a dagirker ên di salvegera Komploya 9’ê Cotmehê de şermezar dikin. Gelê Kurd li ber ti êrişan serî netewand û wê netewîne. Rojava destketiya çar parçeyên Kurdistanê ye. Sedemê êrişên hovane yên dewleta Tirk, ev e. Lê divê baş bizanibin ku ew ê ti carî bi ser nekevin.”
LUZERN: Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) 25’emîn salvegera Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Lûzernê hat şermezarkirin. Ciwanên êrişên dagirkeran li dijî Kurdistanê jî rûreş kirin. Berdevkê Perwerdeya Luzernê, Alladdîn Zugurlu got, “Li hemû welatên cihanê bi taybetî jî li Tirkiyeyê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî kampanya hatiye destpêkirin. Lidarxistina her cure çalakiyan li Rêberê me xwedî derkevin." Siyasetvan Musa Farîsogullari jî got, "Aştî û azadî girêdayî Rêber Apo ye. Berxwedana Îmraliyê heye. 25 sal in dewam dike. Em wek gelê Kurd li ku derê bin em ji bo Rêberê xwe li qadan in. Divê em dengê xwe bidin bihîstin. Heta ku Rêberê me azad nebe, em nikarin azad bibin. Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e. Rêyeke me ya din nemaye." Beşdaran piştre li meydana Helvetiaplatzê li şanoya endemên TCŞ’ê ya bi navê "Korbûna cîhanê" li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan, temaşe kir.
GIESSEN: Li meydana nava bajêr Kirchplatzê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin û peyamên piştgiriya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin dayîn. Mîtîng bi gotina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Kurdistan” bi dawî bû.
SAARBRUCKEN: Êrişên dewleta Tirk bi mîtîngekê hatin protestokirin. Êrişên qirkirinê bi daxuyaniyekê hatin teşhîr kirin: “Rojava ji wê rojê ve ya ku QSD´ê zora DAIŞ´ê bir, di hedefa Erdogan ê faşîst de ye. Bi dehan balafirên şer û droneyên bi sîleh qetlîam kirin. Bila her kes bizane; çawa DAIŞ hat têkbirin, ev hêzên hov jî wê têk biçin û Rojava wê bi ser bikeve.”

 

Sûcên şer ên erdogan teşhîr kirin

Komploya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, li bajarê Torontoyê yê Kanadayê hatin protestokirin.

Bi sedan kes li ber Parlamenta Ontarioyê hatin ba hev û Komploya 9’ê Cotmehê û êrişên dagirkeriyê protesto kirin.

Li ber parlamenê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Piştî daxuyaniyê xwepêşandêr meşiyan.

Qederê 400 kesî beşdarî çalakiyê bûn. Ew ji ber parlamenê heta Sefareta Emerîkayê meşiyan û derbasî cihê herî qelebalix ê bajêr bûn.

Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin, êrişên dagirkeriyê hatin şermezarikrin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.