Ji bo çareseriyê Qedexê rakin! 

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 19 Mijdar 2023 - 16:15

Hunermend û nivîskarê Elman Konstantîn Wecker got, rêya çareseriya adil û aştiyane ji bo gelê Kurdistanê bi azadiya Abdullah Ocalan û betalkirina qedexekirina PKK'ê li Elmanyayê dibe.

Stranbêj, bestekar, nivîskar û lîstikvanê Elman, Konstantin Alexander Wecker di peyameke vîdyoyî de siyaseta derve ya Ewrûpayê bi taybetî ya Elmanyayê bi gotinên tund rexne kir.

Wî got, “Kurd û dostên hêja, rêya çareseriyeke adil û aştiyane ya gelê Kurdistanê bi azadiya Abdullah Ocalan û betalkirina qedexekirina PKK’ê li Elmanyayê ve dibe.

Em ê ti carî dest ji xeyalkirina cîhaneke bê serdestî, bê şer, bê faşîzm, bê nîjadperestî û baviksalarî, bê îstîsmara hilweşîner a gel û xwezayê bernedin.
Ne li Enqereyê, ne li Tehranê, ne li Moskovê, ne li Washingtonê, ne li Pekînê û ne jî li Berlînê, baronên şer û siyasetvanên vê dinyayê nikarin xeyalên me qedexe bikin.”

Wecker siyaseta Elmanyayê ya derv rexne kir û got, “Ez xwe lê ranagirim ku hikûmeta Elman, şirketên Elman û pîşesaziya çekan a Elman heta roja îro piştgiriya rejîma sûcdar û nîjadperest a Erdogan dikin.

Bi vê yekê, siyasetvanên desthilatdar dibin hevparê şerê êrişê yê li dijî hiqûqa navneteweyî, ji ber ku artêşa Tirk hevgirê wan ê NATO’yê ye, bi çekên Elmanyayê û tankên Elman sûcên şer dike.

Polîtîkaya Elmanya ya derve ku weke femînîst tê pênasekirin, derew û durû ye.”

 

Xwelî li serê Ewrûpayê

Wecker êrişên li dijî rojavayê Kurdistanê, weke sûcê şer bi nav kir û xwest dewleta Elman beramberî vê bêdeng nemîne.

Di dewamê de wî bal bire ser girîngiya Şoreşa Rojava: “Rojava û Kurdistan me hemûyan elaqedar dike. Pêdiviya gelê Rojava bi hevgirtina me ya navneteweyî heye. Û pêdiviya me jî bi utopyaya Rojava heye.

Ji bo sekinandina sewqiyatên çekan pêwîstiya me bi çalakiyên navneteweyî yên îtaetnekirina sivîl heye.

Divê êdî şer bên rawestandin. Hêvîdar im strana min a bi navê 'Xwelî li serê Ewrûpayê be' ku me jî bi Kurdî hilberandiye, di vê rêyê de cesaretê bide we.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.