Du dest ji bo hevgirtin û yekîtiyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 16 Cotmeh 2023 - 16:11

Hunermendê Fransî Saype, bi xebatên xwe yên grafîtî tê naskirin; wî ji bo balê bibe ser hevgirtin û yekîtiyê, li herêmên ku erdhej çêbûbûn yên li Tirkiyeyê du destên ku hevdu digirin xêz kirin.

Saype beriya niha jî li gelek deverên dinyayê ev destên ku hevdu digirin û weke nîşaneya hewldana hevpar in, xêz kiribûn. Projeya ku wî navê “Beyond Walls” (Ji dîwaran û wêde) lê kiriye, wî li Hatayê bire serî. Wî ev xebata xwe li ser erdên xaniyên ku di erdhejê de hilweşiyabûn, çêkir. Wî li sê navendan sê berhemên bi vî rengî çêkirin. Her berhemeke wî bi qasî 700 metreyî mezin e û di nav du hefteyan de ev her sê xebat birine serî. Saype li navçeya Defneyê di civînekê de xebatên xwe dan nasîn.

Saype got; “Ez dixwazim bala her kesî bibim ser erdhejê. Di ser erdhejê re wext bihurî. Lê hîna jî li vir êş û pirsgirêk hene. Divê mirov van tiştan bînin bîra xelkê. Divê mirov karibin huner weke amûrekî bi kar bînin da ku bi hin mijaran dakevin û hin pirsgirêkan nîşan bidin.”

Saype ku 34 salî ye, xebatên xwe bi piştgiriya Balyozxaneya Swîsre û Navenda Çanda Fransî ya li Tirkiye pêk anîn. 

HATAY  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.