Malbatên ji Elmanyayê ji bo Rojava

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 16 Mijdar 2023 - 02:02

  • Malbatên ku zarokên wan li rojava şehîd bûne yên Elman, li welatê xwe Elmanyayê Komeleya Malbatên ji bo Aştiyê damezrand û ji bo xwedîderketin û danasîna Rêveberiya Xweser a Demokratîk zend û bendên xwe badan.

BEDRAN DOGAN / FRANKFURT


Komeleya Malbatên ji bo Aştiyê (Familien für den Frieden e.V.) li bajarê Elmanyayê Kasselê 22´yê Gulana 2022´yan hat damezrandin. Ew li ser malpera xwe dibêjin, “Hikûmeta Elman destekê nade vê tevgera civakî, Berevajî wê. Ew razî ye ji êrişêm li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rêveberiya Xweser ên dewletên din û li cem dewleta Tirk cihê xwe digire.” Ew bi vê yekê helwêsta dewleta Elman rexne dike. Navenda Komeleyê li Berlînê ye. 20 endamên wê yên damezrêner hene û halê hazir 43 endamên komeleyê hene. Endamên komeleyê tevlî siyaseta Elmanyayê, jiyana civakî dibin û xebatên aştiya li Kurdistanê dikin. Em bi hevseroka Desteya Rêveber a Komeleyê, Dorte Simon-Rihn re peyivîn.

We çima Komeleya Malbatên ji bo Aştiyê damezirand?

Weke dêûbav û weke malbat, elaqe û dildariya ciwanan a ku ew birin Bakur û Rojhilatê Sûrî, û dilsoziya wan a bi herêmên konfederal demoratîk ên ku ji zemînê ve demokratîk in, kir ku em li ser meseleyê bihizirin. Bi salan e tehlûkeya şerî li ser deverê ye. Gava em ji Ewrûpayê li meseleyê dinihêrin, rewş tirsnak e, û haya gelek kesan ji vê nîne. Mirovên li wê derê hewl didin bêyî cudakeriyeke qewmî, cinsî û dînî, di nava aştiyê de bi hev re bijîn. Me jî serê pêşî xwest destekê bidin vê hewldanê.

Weke Komeleya Malbatên ji bo Aştiyê em hewl didin ji bo Kurdan û deverên pirrqewmî yên li li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûrî raya giştî agahdar bikin. Em xwe weke platformeke ji bo xurtkirina civaka sivîl dibînin û destekê didin bihevrejiyana aştiyane ya mirovan li vî weklatî jî. Li komeleya xwe xwe em dixwazin di nava wekheviyê de minaqeşe bikin, hîn bibin û xwe perwerde bikin. Armanca me ye ku ji hêza desthilatê û şidetê û wêde, em çarenûsa xwe bi rêya em bi hev re jiyanê diyar bikin.  

Heta niha çi projeyên we çûne serî, we çi xebat meşandine?

Em ji bo zarok û ciwanan, projeyên perwerdeyê yên li derveyî dibistanan bi pêş dixin. Ji bo mijarên cihê, em weke komên projeyan bi pirranî bi konferansên vîdeoyî tên cem hev. Bi hev re kar kirin ji bo me jî baş e. nexasim di rewşên dijwar de ev piştgiriyê di nava me de jî xurt dike.

Gava ku Mijdara 2022´yan êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde bûn, em hatin cem hev, me fikarên xwe û hêrsa xwe parve kir. Me minaqeşe kir ka em dikarin çi bikin. Di encamê de kompanyaya me ya pêşî derkete holê. Me ji endamên xwe û kesên elaqedar xwest ku ji parlamenterên xwe yên federal re nameyan binivîsin, wan agahdar bikin û ji wan bixwazin ji bo sekinandina êrişên hevgira Elmanyayê ya di NATO´yê de Tirkiyeyê yên li dijî binesaziya sivîl a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tavilê bide sekinandin.

Ev kampanya ji bo me muhim bû, ji ber ku me bêdengiya li Elmanyayê bi dawî kir. Me kir ku bi hin parlamenteran re hin hevdîtinên erênî û baş çêbin. 
Projeyeke me ya din a muhim jî pêşangeha resman a bi navê “Yên li hundir azad - ji derve êrişî wan tê kirin!” bû. Di encama xebata salekê de pêşangeh derkete holê, û destekeke mezin pê re hate kirin. Pêşangeh hîna jî li deverên cihê yên Elmanyayê tê nîşandan. Em wê bi çalakiyên agahdarkirinê re dikin yek, di wan çalakiyan de em jî hazir in û karê agahdarkirinê dikin.

Di çepemeniya sereke ya Elmanyayê de gava mesele Bakur û rojhilatê Sûrî ye, bêndegiyek serwer e. Yan pirr kêm mirovan agahdar dikin yan jî qet agahdar nakin. Me jî behsa prêvajoyên heyî, siyasetên heyî dikir bi awayekî sînordar li civatên xwe, li taxên xwe û li cihê karê xwe. Mirov yan hîç ne agahdar bûn, yan jî kêm agahdar bûn. Bi pirranî digotin, “li ser mijarê me ti tişt nebihîstiye.” Bi pêşangehê hem li derdora xwe û hem jî bi giştî em dixwazin vê rewşê biguherînin. 
 
Gava ku hûn karê xwe dikin, astengiyên çawa tên pêşiya we?

Her carê em hînî tiştên nû dibin. Sermeselê, li dêra ez diçimê di ayînê de tenê mexdûrên şerê li Ukraynayê tên bibîranîn. Gava ku ez dibêjin, ez naxwazim wan bi tenê bibîrbînin, peywendiyeke nû em datînin. Maneyeke vê heye. Bi ya min ev bi kêr tê ji bo ku em bala xelkê bibin ser tecrûbe demokrasiyê û avahiya siyasî û civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî. Hêvî dikim xebatên me bi kêr werin ji bo birêxistinkirina piştgiriyê jî.

Bi ya min agahdarkirina civakê di warê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî tê kirin, gelekî muhim e. Modela wir, bi hev re jiyana aştiyane ya xelkê li deverê tevî dîn û qewmên cihê û jihevdexistina avahiyên civakî yên mêrsalar e; xebatên ku vê modelê bidin nasîn, girîng in. Em tenê wiha dikarin ji astengiya herî mezin yanî krîmînalîzasyonê xwe xilas bikin. 
 
Raya Giştî ya Elman xebatên komeleya we çawa dibîne?
 Di çarçoveya çalakiyên pêşangeha “Yên li hundir azad - ji derve êrişî wan tê kirin!” de hem haziran û hem jî rojnamevanan elaqeyeke mezin nîşan da. lê mixabin heta niha çapemeniya sereke zêde elaqe nîşanî me neda.

Em komeleyeke ciwan in û hevkariya me ya bi komele û saziyên cihî re hîna nû dest pê dike. Tecrûbeyên me, çalakiyên me yên berçav û xebatên me nîşan didin ku em dikarin bikin bêhtirî elaqe nîşanî Bakur û Rojhilatê Sûrî bê nîşandan.

Beriya çend rojan, şehîdbûna kurê endamekî komeleya me Azad Şerger (Thomas Johann S.) em gelekî xemgîn kirin. Girîngiya bi hev re jiyaneke bi rûmet û insanî li naverasta Elmanyayê jî xwe da hîskirin! Laizm bû em rêyekê bibînin ji bo Şîngirtina ji bo Thomas û yên din ên şehîd bûne, jixwe ev ji bo me diviyabû bibe çandek, bibe hevrûbûnek. Mirov zanibe ne tenê ye, gelekî xweş e. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.