Poşman nebû bernedan
Sêşem 12 Tîrmeh 2022 - 22:30
- Girtiyê siyasî Azîz Tufan lazim bû roja diduyê ya cejnê bihata berdan, lê ji ber ku poşmaniya lê hat ferzkirin, qebûl nekir, ew nehat berdan. Dayika wî Aysel Tufan dibêje, ev şiklekî nû yê îdamê ye.
MEHMET GULEŞ / MA / AMED
Azîz Tufan ê girtî diviyabû 10´ê Tîrmehê bihatana berdan. Lê rayedarên dewleta Tirk beriya berdana wî bi 4 rojan li ser wî “poşmantî” ferz kirin. Ji ber ku wî ev poşmanî qebûl nekir jî, berdana wî taloqî sê meh paşê kirine.
Desteya Çavdêriya Îdarî (ÎGK) ya dewleta Tirk a ku di 1’ê Çileyê 2020’an de ji bo li girtîgehan rewşa girtiyan binirxîne, hat avakirin, bi biryarên xwe berdana girtiyan taloq dike. Yek ji girtiyên ku bi biryara ÎGK’ê berdana wî hat taloqkirin jî Azîz Tufan e. Tufan di Girtîgeha Amedê ya Jimara 1 a Ewlehiya Bilind de tê ragirtin.
Hêzên dewleta Tirk, Azîz Tufan sala 2016’an, li navçeya Licê ya Amedê kirin nezaretê û bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” ew girtin. Piştre jî bi heman hincetê 7 sal û 6 meh cezayê hepsê lê hat birrîn. Ew ji çar paran sisêyê vî cezayî di hepsê de ma yanî 5 sal û 7 meh û 15 rojên xwe di hepsê de qedandin. Diviyabû di 10’ê tîrmehê de bihata berdan lê ji ber biryara ÎGK’ê berdana wî sê mehan hat taloqkirin. ÎGK’ê di 6’ê Tîrmehê de jê re ragihand ku berdana wî hatiye taloqkirin. Azîz Tufan bi telefonê bi malbata xwe re axivî û jê re got, berdana wî sê mehan hatiye taloqkirin.
Ji ber ku Kurd e bernadin
Dayika wî Aysel Tufan da zanîn ku ji ber ku lawê wê, li wî ferzkirina “poşmaniyê” qebûl nekiriye, berdana wî hatiye taloqkirin. Aysel Tufan got, lawê wê dê di roja duyemîn a cejnê de bihata berdan. Wê got, ji ber ku kurê kurd e û xwedî li kurdbûna xwe derdikeve nayê berdan. Tufan anî ziman ku ew bi kurdbûna xwe serbilind in û heke ew careke din werin dinyayê dîsa dixwazin weke Kurd werin dinyayê. Tufan da zanîn ku girtîgeh bi sepana taloqkirina berdana girtiyan, dixwaze îradeya girtiyan bişikîne û got, “Lê divê girtîgeh û rayedar baş zanibin ku wê îradeya me bi van sepanan neyê şikandin. Em ê heta dawiyê xwedî li vîna xwe derkevin.”
Şiklekî nû yê îdamê ye
Aysel Tufan got, ev bêhiqûqiya ku li girtiyên siyasî ferz dikin, şiklekî cezayê bidarvekirinê û îdamê ye û li vî Tirkiyeyê cezayê îdamê her çiqasî hatibe rakirin jî, ev sepan didin nîşan ku ew ceza di heye û lê ye. Aysel Tufan da zanîn ku lawê wê nexweş e û nayê dermankirin û divê tevahiya girtiyên nexweş bên dermankirin û berdan.