Li bajarê Pompeii yê antîk ê Îtalyayê roj tine ye ku tiştekî nû nayê kifşkirin. Her ku li vî bajarî tiştekî nû tê kifşkirin arkeolog matmayî dimînin û dixwazin bêhtir li vî bajarî bikolin. Beriya niha jî li Pompeii gelek dîwarên bi boyax ku fîgûr li ser hebûn hatin kifşkirin. Her wiha bufe û firinên wan, vîlla û xaniyên wan ên bi îhtişam di derbarê jiyana Pompeii de gelek tiştî dibêjin ji me re.
Pompeii Piştî Mîladê sala 79’an bi teqîna Çiyayê Vezûv ê Volkanîk re ji holê rabû. Bi gotineke din her tiştê li wir bû kevir! Ji lewma ev bajarê antîk xwedî raz û sirrên mezin e. Her ku tiştekîn û li wir tê kifşkirin ev raz û sirr jî eşkere dibin. Ev kifşên dawî ku weke “maleke piçûk” jî tê zanîn, guherîna mîmariya Romayê îşaret dike. Her çend qelîteya freskên li ser dîwar weke yên malên mezin bin jî mîmariya mala piçûk nîşan dide ku di mîmariya Romayê de guhertin çêbûye.
Li ser freska ku li Pompeii nû hatiye dîtin fîgûrên mîtolojîk ên Yewnanî hene. Her wiha hin rîtûel jî hatine teswîrkirin. Motifên heywanan jî di derbarê hunera wî zemanî de gelek tiştî rave dikin. Pisporên di vî warî de dixebitin ew ê li ser van freskan bixebitin û maneya van fîgûran derxin holê. Ji lewma ew ê di derbarê jiyan û serpêhatiya Pompeii de gelek tiştên ku neyên zanîn derxin holê ev teswîrên li ser freskan.
Ev kifşên li Pompeii nîşan didin ku li vî bajarê antîk gencîneyeke mezin heye ku hîna jî bi temamî derneketiye ser rûyê erdê. Arkeolog wisa pê bawerin ku ew ê kifşên nûtir bikin di derbarê vî bajarî de.
POMPEII