Divê barê pêvajoyê tenê ji Kurdan re neyê hiştin

Çarşem 20 Tebax 2025 - 03:42

Siyasetmedarê Îtalyayî Paolo Ferrero da xuyakirin ku Rêber Apo ruhê pêvajoyê pir baş fêm kiriye û got, "Li hemberî gavên PKK’ê divê hemû hêzên navnetewî û bi taybet Ewropa li ser desthilatdariya Tirk zextên siyasî bikin. Divê hemû barê vê pêvajoyê ji Kurdan re neyê hiştin."

Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ji bo "Aştî û Civakek Demokratîk" û Kongreya 12’emîn a PKK’ê, hem rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd ên bi rengekî demokratîk xurtir kir û hem jî li qadên navneteweyî deng veda. Biryarên ku di kongreyê de hatin girtin û merasîma îmhakirina çekan a ji aliyê komek gerîlayan ve, wekî gavên girîng ku dê tevlîbûna li pêvajoya aştiyê xurtir bike hate destgirtin; van gavan li qadên navneteweyî, bi taybetî li Ewropayê, piştgirî dîtin.

Wezîrê berê yê Hevgirtina Civakî yê Îtalyayê Paolo Ferrero axivî û anî ziman ku Rêber Apo bi aqilê xwe yê siyasî pêvajo ji pêvajoyek şer veguherand pêvajoyek siyasî û got ku divê dewleta Tirk êdî pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêkek ewlehiyê nebîne.

Paolo Ferrero, anî ziman ku Rêber Apo û helwesta PKK’ê ya alîgirê çareseriya siyasî, darbeyek mezin li nêzîkatiya dewletê a bi çavê ewlekariyê da û got, “Çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd a ji aliyê Ocalan ve hat pêşniyarkirin û ji aliyê PKK’ê ve hat pejirandin, di guhertina nêzîkatiya li hember pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê de, qonaxeke gelekî girîng e. Dewleta Tirk û desthilatdarî her tim pirsgirêka Kurd, mîna pirsgirêka ewlekariyê girt dest. Ji ber vê jî li dijî gelê Kurd her tim siyaseta zextê û leşkerî hat pêkanîn.”

Paolo Ferrero, da xuyakirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo serketina pêvajoyê gavên girîng avêtiye û destnîşan kir ku divê dewleta Tirk bi temînata hiqûqî û siyasî bersivê bide van gavan. Paolo Ferrero wiha domand, "Li hemberî gavên PKK’ê divê hemû hêzên navnetewî û bi taybet Ewropa li ser desthilatdariya Tirk zextên siyasî bikin. Divê hemû barê vê pêvajoyê ji Kurdan re neyê hiştin. Ji bo guhertina helwesta hikûmeta Erdogan, divê li Ewropayê û li her qadê bi rengekî çalak tevger çêbibe. Ji ber ku em çiqas hevgirtina xwe ya bi gelê Kurd û daxwazên wan re xurt bikin, em ê dewleta Tirk hê bêhtir neçar bikin ku ber bi çareseriyên siyasî ve biçe.”

Paolo Ferrero got, "Eger dewleta Tirk di mijara çareseriya siyasî de bi rastî jî samîmî ba, tişta ku ewil diviya bikira vekirina deriyên girtîgehan bû û weke mirovekî azad Ocalan tevlî muzakereyan kiriba. Ji bo samîmiyetê divê ev mijarên destpêkê bin.”

Paolo Ferrero piştgiriya xwe ji bo kampanyaya cîhanî ya "Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim" da û got ku ew jî dixwaze bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.

ANF/SERKAN DEMÎREL/ROMA 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.