Şêrê Venedîkê yê navdar ji Çînê hatiye!

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Îlon 2025 - 16:30

  • Yek ji sembolên Venedîkê, Şêrê Venedîkê yê bronzî yê li Meydana San Marcoyê, bi lêkolîneke nû kok û eslê xwe eşkere bû. Tê zanîn ku peykerê bi qasî 3 hezar kîlo giran, ne li Ewropayê, lê bi sifirê ku ji herêma Çemê Yangziyê yê Jêr a Çînê hatiye derxistin, hatiye çêkirin.

Hatiye diyarkirin ku sembol, ne li Ewrûpayê, lê li Çînê, bi qasî 9 hezar û 650 kîlometre dûr, hatiye çêkirin. Peykerê bi qasî 3 hezar kîlo giran, bi sifirê ji herêma Çemê Yangziyê yê Jêr a Çînê hatiye avêtin.

Herwiha, diyar bû ku peyker ne ji grîfonên Mezopotamya û Farisan, lê ji “parêzvanên goristanê” (zhènmùshòu) yên Xanedaniya Tangê ya Çînê îlham girtiye. Dr. Massimo Vidale ji Zanîngeha Paduayê got: “Venedîk bajarekî tijî sir e, lê yek ji van siran hate çareserkirin. Şêrê Aziz Mark bi rastî Çînî ye û bi Rêya Îpekê hatiye.”

Dibe ku bi Rêya Îpekê hatibe Venedîkê

Tiştekî nivîskî yê zelal tune ku peyker çawa gihîştiye Venedîkê. Lêkolîner texmîn dikin ku bavê Marco Polo, Niccolo Polo, dibe ku di sedsala 13’an de li qesra Mongolî ya li Pekînê peyker dîtibe û bi Rêya Îpekê anîbe bajêr. Belgeyên sala 1293’an diyar dikin ku peykerê şêrê li ser stûnên mezin ên Venedîkê wê demê jî xesar dîtibû û pêdivî bi restorekirinê hebû.

Delîlên zanistî

Lêkolîneran, ji bo diyarkirina çavkaniya sifirê peyker, “analîza îzotopa sîsê” bikar anîn. Analîzê piştrast kir ku sifir ji herêma Yangziyê ya Çînê tê. Herwiha, lêkolînên dîtbarî nîşan didin ku peyker bi rastî xwedî qijik bûye û paşê li Ewrûpayê ji bo ku wekî şêrê baskdar bê dîtin, ji nû ve hatiye çêkirin. NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.