Polîtîkayên bêcezahiştinê Narînê kuşt

Pêncşem 12 Îlon 2024 - 02:45

ROZA METÎNA / AMED

Endama Komîsyona Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Parêzer Esra Saçakli têkildarî qetilkirina Narîn Guran de da zanîn  kesên zarokan qetil dikin û ceza nagirin dibe sedem ku di nava civakê de hesteke bêedaletiyê yê kûr çêbibe.

Endama Komîsyona Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Parêzer Esra Saçakli xwedîderketina gel a ji bo Narînê destnîşan kir û got,’’Her kes li ser lêgerîn û lêkolîna ji bo Narînê seferber bûn. Ev jî nîşan dide ku civak çawa li ser van bûyerena kûr dibe. Lê tevî hemû hewldanan xebera nexweş hat û vê yekê jî nîşan da ku çiqas kêmasiyên me di warê ewlehiya zarokan de hene. Ev nîşan dide ku di warê ewlehiyê de tedbîr gelekî kêm in.

Rola medya û medyaya dijîtal

Derheqê rola medyaya dijîtal jî Esrayê anî zimên rola medyayê û medyaya dijîtal pir tevlîhev bûye, ji aliyekî ve ji bo piştevaniyê bi roleke alîkar rabûye lê ji aliyekî ve jî îdîayên ne rast û spekülasyon derkteina pêş û got,’’Vê bûyerê careke dinê bi bîra me xist ku divê medya nûçegîhantiyeke bi berpirsiyarî bike. Ji ber van bûyerên bi vî rengî di dilê civakê de birînên mezin vedikin loma jî divê di warê ewlehiya zarokan de civak bibe xwediyê hişmendiyekê.

Cezanekirin wêrekiyê dide sucdaran

Bi berdewamî Esrayê Leyla Aydemîr a li Agiriyê bi bîr xist, diyar kir ev rûdan bûye jêdera hêrseke mezin û got,’’Dema em dibînin kesên ku zarokan qetil dikin û ceza nagirin dibe sedem ku di nava civakê de hestekî bêedaletiyê yê kûr bê avakirin. Ev polîtîkayên bêcezahiştinê wêrektiya sûcdaran zêde dike û bingehê ji trajediyên nû re ava dike. Jixwe polîtîkayên bêcezahiştinê Narîn kuşt. Bêcezahiştin tenê kesên sûcdar wêrek nake di heman demê de zirarê dide hestên baweriya civakî.’’

Qanûn nayên bicihanîn

Derheqê qanûnên ji bo parastina zarokan Esrayê diyar kir li Tirkiyê zagoh hene lê diyar kir ne bibandor in û ev qanûnên heyî nayên bicihanîn. Esrayê got,’’Ji bo îstismara zarokan, revandina wan û sûcên wekî din ên bi vana mîna, cezayên giran divê bên dayin lê belê ev ceza nayên dayin û sûcdar tên berdan. Edalet li vir pêk nayê û ev jî dibe sedema fikaran. Birêkûpêkirina zagonan tena serê xwe têrê nakê. Divê zagonên ji bo zarokan bi awayekî bi bandor bên sepandin. ‘’

Qedexe ji bo veşartina lêpirsînê ye

Esra di heman demê de bal kişand ser lêpirsîna derbarê Narîn Guran de hat meşandin û qedexeya weşanê. Esra wiha dewam kir:”Her çiqas hatibe îddiakirin ku derbarê Narînê de lêgerînek berfireh hatiye kirin jî lê belê texmînkirina lêpirsîneke bi bandor, zor e. Di heman demê de têkildarî bûyera Narînê qedexeya weşanê jî hat îlankirin. Ev qedexe bêtir ji bo veşartina lêpirsînê bê parastin û pêşî li spekulasyonan bê birîn tê sepandin lê belê dema ev dirêj bibe wê demê mafê girtina agahiyan a civakê tê astengkirin

Giringiya perwerdehiyê

Esra da zanîn ji bo tundî û îstismara li hember zarokan bi dawî bibin divê girîngiya perwerdeyê jî bê famkirin û wiha bi dawî kir:”Ji bo îstismar û tundiya li ser zarokan bi dawî bibin divê di temamiya civakê de perwerde esas bê girtin. Divê zarok rêya ewlehiya xwe û mafên xwe hîn bibin. Ji bo vê jî divê em di nava hewldaneke mezin de bin. Divê nîşaneyên îstismar û tundiyê zû bên tespîtkirin û mudaxale bê kirin. Loma divê saziyên perwerdeyê, xizmetên tendirustiyê û civakî her tim di nava çavdêriyekê de bin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.