Polêsên Tirk ên Diz
Sêşem 6 Hezîran 2023 - 13:53
- Hovîtiya polêsên dewleta Tirk a dagirker: Derket holê ku di dema qedexeya derketina derve ya di 2016’an de, li Nisêbîna Mêrdînê şebekeyeke talan û diziyê ku ji polêsan pêk tê, derketiye holê.
AHMET KANBAL / MA / MÊRDÎN
Di 14’ê adara 2016’an de li Nisêbîn a Mêrdînê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û ev qedexe bi mehan dewam kir. Di dema qedexeyê de polîsan “Şebekeya talankirinê” ava kirin. Ev şebeke kete malên gelê ku ji neçarî koç kirî, alav û amûrên wan talan kirin û dîmenên vê talanê bi salan piştre derketin holê. Piştî lêpirsînê derket holê ku ev şebeke ji hêla Midûrê Emniyetê yê Nisêbînê Kadîr Şen û Amirê Şaxa TEM’ê Unal Uyar ve hatiye avakirin.
Îdîaname hate qebûl kirin
Têkildarî bûyerê îdianame hate amadekirin û ji hêla 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ve hate qebûlkirin. Di îdianameyê de Midûrê Emniyetê yê Nisêbînê yê wê demê Kadîr Şen, Cîgirê Midûrê Emniyetê yê Nisêbînê Ahmet Tugcu, Amirê Şaxa TEM’a Nisêbînê Unal Uyar, polîsên bi navên Mahmût Oztekîn, Muslum Bozkurt, mitehitê bi navê Mahmût Çomoglû ku di piştî qedexeya derketina derve karê hilweşandinê wergirtibû, xebatkarê fîrmayê Arîf Kara û Firat Abdulkerîm Sezîşlî ku tê payîn sîxûrê polîsane weke bersûc cih girtin. Tawanên weke “Dayîn û wergirtina bertîlê”, “bi darê zorê xerabî pê daye kirin” û “Gefxwarin, bi îxmalkirina peywira xwe ya venihêrînê re bûye sedema zîmmet û zorê” lê hatin kirin. Heta niha 12 rûniştinên dozê hatin lidarxistin. Dozger xwest ku temamiya bersûcan bên cezakirin.
Bertîl û gef xwarine
Di îdianameyê de her wiha îfadeyên bersûcan û şahidan jî cih girtin. Bersûcan tawanbariyên lê tên kirin qebûl nekirin lê belê îfadeyên mexdûr û polîsan ku di dosyayê de weke şahid lê hatiye guhdarîkirin ev şebekeya behsa xeberê û karên kirine raxist ber çavan. Hat destnîşankirin ku di dema qedexeyan de malên ketinê hatine şelandin, malên saxlem hatine teqandin, ji xelkê ku dixwestin alavên xwe bibin bertîl hatiye girtin. Di dosyayê de her wiha hat gotin ku bersûcan gef li gelek kesên nedixwestin pereyan bidin û şahidî kirin xwarine.
Dizîn û li dibistanê danîn
Midûrê dibistana ku alav lê hatibûn veşartin ê bi navê A.T. di îfadeya xwe de wiha got: “Dema ez ketim dibistanê min dît ku gelek alavên malê di odeya min de hene. Li ser vê yekê li kesê bi navê Mahmût Oztekîn geriyam. Ji min re got ku ew tişt li ser min hatine zîmmetkirin û wê werin wan tiştan bibin. Piştre polêsek hate cem min û xwest wan tiştan werbigre. Min jî jê re got ku heke tu nivîseke fermî û nifteya dibistanê bînî ez ê bidim te. Dema min nivîsa fermî xwestî, bi gotina ‘ez ê derheqê tê de lêpirsînê bidim destpêkirin’ gef li min xwar. Piştre 3 polês bi wesayîta zirxî hatin dibistanê û xwestin min bi darê zorê bibin. Lê ez li Midûrên Perwerdehiya Neteweyî yên navçe û bajar geriyam û min xwe xelas kir. Piştî bûyerê çûm cem Midûrê polêsan yê Nisêbînê Kadîr Şen û wî jî gefa ‘tu ji çi tiştê xwe bawerî ku nivîsa fermî dixwazî?’ xwar. Bi talankirina wan tiştan re rewşa heyî jî hate veşartin. Piştre polêsek hate dibistanê, ew tişt li kamyonekê bar kirin û birin.”
Pere li hev par kirin
Polîsê bi navê O.D. ku di dosyayê de weke şahid lê hate guhdarîkirin û ji ber dosyayeke din a “talankirin, gefxwarin û êşkenceyê” ceza lê hatibû birîn jî di îfadeya xwe de wiha got: “Dema ketim odeyê min dît ku Midûrê Emniyetê yê Navçeyê Kadîr Şen, Cîgirê Midûrê Emniyetê Unal Uyar û Amirê Koma KOM’ê Serhan Amir di navbera xwe de pereyan parve dikin. Pere ji pereyên bi banknota 200 TL’an bûn. Li ser vê yekê kesên di hundir de şaş bûn.”
Malên saxlem teqandin
G.A. destnîşan kir ku Heyva Sor a Tirk rojane li xebatkarên Midûriyeta Emniyetê ya Nisêbînê xwarin belav dikir û 200 xwarinên zêde jî li şîrketa karê rûxandinê dimeşand dihat firotin û got; “Hinek mal saxlem bûn û diviya nehatibûn rûxandin lê bombe tê de hatin bicihkirin û hatin teqandin. Min bihîst ku xurdeya ji vir derdiket û eşyayên wê hatin firotin. Ji xwediyê van malan jî pere dihate girtin.
Polêsê diz hê jî erkdar e
Kadîr Şen û Unal Uyar ku di heman dosyayê de weke bersûc cih digirin, beriya niha jî karmendek revandibûn û ji ber sûcê îşkence, gefxwarin û talankirinê bi hev re hatibûn darizandin. Di çarçoveya dozê de li Unal Uyar 22 sal cezayê hefsê hatibû birîn. Ji bo Kadîr Şen jî biryara beraetê hatibû dayîn. Unal Uyar, piştî cezayê zindanê hatibû berdan. Kadîr Şen, di dema darizandinê de li Midûriyeta Emniyetê ya Tîreyê weke midûr hatibû erkdar kirin. Piştre jî weke Midûrê Emniyetê yê di Asta Yekemîn terfî bû. Hat zanîn ku Kadîr Şen hê jî weke Mufetîşê Emniyetê peywira xwe didomîne.