Li Şirnexê şerê taybet
Şemî 1 Adar 2025 - 02:45
Wezareta Karên Hundir a ku di sala 2023'yan de bersiva pêşniyazpirsa ji bo "çeteya fihûşê" hatibû dayîn da, der barê lêpirsîna "çeteyên fihûşê" ya 11 salan hat meşandin de yek agahî jî cih neda. Parlamenter Newroz Uysal got: "Ne pêkan e ku haya wezaret û dewletê ji fihûşê tune be."
Di "çeteya fihûşê" ya 25 kesî ya li Şirnexê de, rola leşkerên payebilind balê dikişîne. Di îdianameyê de ku der barê "çeteya fihûşê" hat amadekirin de, polîtîkayên şerê taybet ên bi salan li Botanê bi awayekî sîstematîk tên meşandin jî eşkere bûn. Berî ku îdianameya navborî bê amadekirin û “çeteya fihûşê” bê eşkerekirin, ango di 24'ê Kanûna 2023'yan de ev mijar ji aliyê Parlamentera Şirnexê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan ve ketibû rojeva meclisê.
Di pêşniyazpirsa Newroz Uysal Aslan pêşkêş kir de; hat pirsîn ku haya wezaretê ji pêkhateyên ku li Şirnexê fihûş û sîxuriyê li ser jinan ferz dikin heye yan na û der barê leşker, polîs û cerdevanên tiliya wan tê de heye lêpirsîn hatine destpêkirin yan na û ev kes hê peywira xwe didomînin yan na.
Wezareta Karên Hundir di bersiva xwe ya 6’ê Kanûna 2023’yan de îdia kiribû ku peywira “hêzên dewletê" bi pabendbûna rêgeza dewleta hiqûqê ve girêdayî ye û ev kes peywira xwe bi cih anîne.
Wezareta Karên Navxweyî têkildarî sûcên li dijî jinan hatine kirin got ku 48 cerdevan û 14 notirsavn sûc kirine û 11 sal in der barê "çeteya fihûşê" de lêpirsîn hatiye meşandin. Wezîr ji xeynî vê tu agahî nedan.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan ku beriya "çeteya fihûşê" were eşkerekirin, pêşniyazpirs pêşkêşî Wezareta Karên Hundir kir, têkildarî bersivên nakok ên wezaretê axivî.
Sûcdarên hêzên hiqûqê anîn ziman
Newroz Uysal anî ziman ku gelek caran li Meclîs û Lijneya Giştî ya Meclîsê ev yek pirsîn e lê bersiva pêwîst negirtine û wiha got: “Me ne tenê bi pêşniyazpirsan, bi daxuyaniyên çapemeniyê yên li Meclisê jî ev pêkhate, bi taybetî sûcdarên hêzên hiqûqê anîn ziman. Lewma ne mimkûn e haya Wezareta Karên Hundir û dewletê ji vê yekê tunebe."
Zîhniyeteke kolonyal derdixe holê
Newroz Uysal da zanîn ku nasnameya kiryaran veşartî ne û got: “Em ê li dijî vê têbikoşin. Tê gotin ku di sûcên ku ji sala 2014 heta 2023'yan hatine kirin de tu cendirme, polîs û leşker tunebûne, bi veşartina nasnameyan hewl tê dayîn sûcdar bên parastin. Lê belê her tişt eşkere ye. Bersiva ku wezaretê da jî zîhniyeteke tam kolonyal derdixe holê. Ne pêkan e ku mirov bizane çend ji wan bi van komên çete yan jî şebekeyên sûc ve girêdayî ne, lê sûc dîsa li ser 'herêmê' hatiye avakirin. Di nava wan de cerdevan û notirvan jî hene. Li vir, hevkarên herêmî yên ku bi dewletê re hevkariyê dikin û xerc dikin têne destnîşan kirin. Bi gotineke din, pratîka kolonyalîst a heqaretê nîşan dide."
MA / ŞIRNEX/ZEYNEP DURGUT