PKK hêza neteweyî ye

Pêncşem 17 Mijdar 2022 - 10:40

Nivîskar Ehmed Edîb der barê 27’ê Mijdarê salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê , bandora tevgera azadiyê, destkeftiyên hatine bidestxistin de nivîskar axivî.

Arif diyarkir ku PKK’ê li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo Kurdistanê xebat kiriye û got; “Yek ji destkefityên PKK’ê ew e ku jin di têkoşînê de kirine semboleke ciwan.”

Nivîskar Arif Edîb lê zede kir ku PKK’ê di dîroka têkoşîna xwe de karî jinan bike sembolek ciwan, ev yek ji destkeftiyên herî mezin a PKK’ê ye û wiha pêde çû; “PKK’ê karî xebata bajar û çiya bihev ve bide girêdan. Tevî Rêber Apo di girtîgehê deye, lê şoreş dewam dike û neteweyî ye. Li gel hemû dijwariyan xebat û têkoşîna wan dewam dike.”

Edîb di dawiya axaftina xwe de got; “PKK’ê li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo Kurdistanê xebat kiriye, li gel wan nan û nav ne girîng e. Karîne xebat û têkoşînê ji bo hemû Kurdistanê bikin û hemû Kurdistan kirine meydana têkoşînê.”

ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.