- Rênçber Agirî xebatkarê komeleyê ye. Wî ji bo konserê, bang li xelkê Amedê kir da ku tevlî konserê bibin.
Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê, ji ber vîrusa koronayê wê piştî 3 salan di 26’ê Sibatê de li Hola Dawetê ya Avayê ya li taxa Dîclekentê ya navçeya Amedê Peyasê, bi beşdariya gelek hunermendan konserê bide.
Rênçber Agirî xebatkarê komeleyê ye. Wî ji bo konserê, bang li xelkê Amedê kir da ku tevlî konserê bibin. Wî got, "Ji bo xelaskirina derûniya nexweşiya 3 salan, em ê bi konserê derkevin pêşberî gelê xwe. Bi konserê, em dixwazin fikra xwedîderketina li çanda Kurdî ku bi saya kesên mîna dengbêjan heta roja me ya îro hatiye, bihêz bikin. Em dixwazin her kes bê û li stranên me guhdarî bike. Wê hunermendên surprîz jî hebin."
Konser wê saet 18.30’î dest pê bike û Orkestra Ma, Azad Bedran, Hîvron, Mizgîn Tûran, Şîlan Dora, Ahmet Jiyara û Rênçber Agirî wê derkevin ser dikê û stranên xwe pêşkeşî xelkê bikin. Rênçber Agirî jî xebatkarê komeleyê ye û ew jî bang li xelkê dike da ku biçin konserê.
MA/AMED