Pişta xelkê Mexmûrê bigirin

Yekşem 21 Gulan 2023 - 15:13

  • Artêşa Iraqê hewl dide biryara hikûmeta Bexdayê ya ji bo dilxweşkirina Enqerê li Mexmûrê bi cih bîne. Xelkê mexmûrê li ber dorgirtina wargehê bi têlan radibe û li berxwe dide.

Artêşa Iraqê bi hêzeke mezin a leşkerî, tevî çek, wesayîtên zirxî pêr xwest bikeve wargehê û dora wargehê bi têlan bigire. Yanî wê dixwest wargeha penaberan bike hepsek. Lê xelkê Mexmûrê li ber wê rabû; xelkê li ber xwe da. Berxwedana xelkê Mexmûrê ya li dijî dorpêçkirina wargehê hîna jî bê navber dewam dike.

Dema leşkeran dixwest bircan li derdorê bi cih bikin, xelkê nerazîbûn nîşan da, lê leşkerên Iraqê gule berdan xelkê û di encamê de ciwanek birîndar bû. Ciwanê birîndar, rakirin nexweşxaneyê.

Leşkeran piştre gule bi ser xelkê de teqandin. Leşkeran gule berdan nava wargehê û gelek gule li pencereyên malên di nava wargehê de ketin û vê yekê metirsiyeke mezin çêkir.

Artêşa Iraqê careke din doh hewl da bikeve wargehê û derdora xelkê Mexmûrê bi birc û têlan bigire. Berxwedana xelkê Mexmûrê jî li hemberî vî helwêsta artêşa Iraqê heta niha bê navber dewam dike.

 

Divê NY bi erka xwe rabe

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê li ser êrişên artêşa Iraqê yên li hemberî wargeha Mexmûrê daxuyanî da, got, divê hikûmeta Iraqê li dijî xelkê Mexmûrê dev ji van helwêstên xwe yên zordar berde. KCK´ê got xelkê wargehê li dijî dewleta Tirk a faşîst li ber xwe dide, dewleta Iraqê jî dixwaze bi rêya zordestiyê hin biryaran pêk bîne. KCK´ê  ev bang kir: "Ev wargeh, di bin ewlehiya NY’yê de ye. Ne mumkin e ku NY’yê tundiya li dijî xelkê Mexmûrê, nedîtibe. Bi vê bêdengiyê NY jî dibe şirîkê vê tundiyê. Heger ne wisa be, divê NY teqez zend û benda bade, û ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi berpirsyariya xwe rabibe. Çûyîna bi ser xelkê Mexmûrê de bi tundî, xizmet e ji dewleta Tirk re ku wê jî dil heye Kurdistan û Iraqê dagir bike. Li gorî ku me bihîstiye, dewleta Iraqê ya ku divê dev ji vê siyaseta çaresernekirinê berde, dixwaze bi hêzeke leşkerî ya mezintir biçe bi ser xelkê Mexmûrê de. Em li hêviyê ne ku Iraq dev ji vê helwêsta xwe berde ku rê li ber rabûna hêrsa civakî vekiriye û bikeve hewila çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê. 
Bi vê boneyê, banga me li gelê welatparêz ê Kurdistanê hemûyî ew e ku bi partî û hêzên xwe ve bi xelkê Mexmûrê re bin, rê li ber rewşên neerênî bigirin û pîlanên Komara Tirkiyeyê û PDK’ê pûç bikin.’’ 

 

Xwedî li Maxmûrê derkevin

Koordînasyona KJK’ê jî nerazîbûn nîşanî xwesteka têlkirina dora Wargeha Mexmûrê da û got, “Em berxwedana xelkê me yê Mexmûrê, dayik û ciwanên me ya li hemberî vê sepandinê silav dikin. Xelkê me li ber xwe dide, xelkê me nîşan daye ku van sepandinan qebûl nake. Dewleta Iraqê nikare vê yekê li ser îradeya gelekî ku komkujiyên mezin, zilm û sirgûn hatine serê, ferz bike. Qet nayê qebûlkirin ku cihê ku gel lê dijî, bibe wekî kampeke dîlgirtinê. Xelkê Mexmûrê hetanî roja îro zirar nedaye ti kesê. Berovajî vê, li dijî hêzên ku dijminê gel-xaka Iraqê û dijminên gelê Kurd in, ew têkoşiyaye. Xelkê Mexmûrê ev xakên ku li ser wan dimîne, bi awayekî fedayiyane parastine û berdêl dane. Dewleta Iraqê divê polîtîka û pîlana xwe ya derbarê vê mijarê de ji nû ve di ber çavan re derbas bike, biguherîne û bi nêzîkatiyeke demokratîk, îrade û daxwazên gel dibîne û nas dike. Gelê Kurdistanê û jin divê xwedî li vê berxwedana Mexmûrê derkevin, li her warê ku lê ye, piştgiriyê bide û xeleka berxwedanê mezin bike.”

 

Çarenûsa Şengal û Mexmûrê

Rêveberiya Xweser a Şengalê jî têkildarî êriş û hewildanên dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê got, “Em berxwedana gelê xwe yê li Mexmûrê silav dikin. Em dibêjin êş û aqûbeta me û xelkê Mexmûr yek e, heta dawiyê jî em ê bi gelê xwe re bin û bi îradeya xwe, em ê bi ser bikevin. Ji bo em bigihin azadiya xwe û pîlanan hemûyan têk bibin, em ê tekoşîneke hevpar bimeşînin û destê xwe bidin hev.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.