- Pirtûkxaneya gerok a pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi pêşengiya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li bazara navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê bû û hejmarek pirtûkên Abdullah Ocalan bê pere belav kirin.
Pirtûkxaneya gerok a pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi pêşengiya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li bazara navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê bû û hejmarek pirtûkên Abdullah Ocalan bê pere belav kirin.
Şanû Mihemed, ku vê çalakiyê organîze dike, dibêje, “Di roja 9’ê Cotmehê de, bi boneya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo her sal em çalakiyan dikin. Îsal jî me dest bi çalakiya pirtûkxaneya gerok kir. Em pirtûkên Rêber Ocalan parve dikin.”
Pirtûkxane diçe Pêncwên û Kelarê jî
Şanû Mihemed dibêje, wan heta niha ev çalakî li Helebce û Bazyanê jî kiriye û wê rojên li pêşiya me, pirtûkxaneya gerok bibin Pênciwên û Kelarê jî.
Hewar Mihemed ê serdana pirtûkxaneyê kir jî dibêje, “Destxweşiyê li Jinên Ciwan ên Têkoşer dikim. Ev projeya wan gelekî baş e. Bi taybetî ji bo kesên girîngiyê didin bi xwendinê, gelek baş e ku bê heq pirtûk tên belavkirin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ