Li Zanîngeha Silêmaniyê, Beşa Kurdolojiyê, pirtûka ‘Ra û Kokên Jenosîda Kurd, Avakirina Netewê, Jenosîd Wek Avakirina Şaristaniyê û Têkçûna Şaristaniyê’ ji aliyê niviskarê pirtûkê Dr. Îbrahîm Sadiq ve hat nasandin.

Naveroka pirtûkê ji aliyê Dr. Îbrahîm Sadiq ve hat nirxandin û wî di axaftina xwe de sedem, motivasyon û armancên nivîsandina pirtûkê eşkere kirin.

Pirtûka ku navê wê tê hilanîn bi Ingîlîzî par belav bûye. Naveroka pirtûkê bi awayekî giştî behsa qirkirin yan jî jenosîda gelê Kurd dike. Her wiha nivîskar behsa netewe dewletê û xebatên wê li Rojhilata Navîn û Iraqê de li gel bîrdoziyê çawa tevgeriyaye her wisa di serdema damezrandina dewleta Iraqê de çawa ew du netewe bûn sedema tinekirina hemû komên ku bi wan re yek nebûn. Nivîskar behsa çar biryarên ku dewleta Iraqê ji bo qirkirinên li Kurdistanê dabûn, dike.

Nivîskarê pirtûkê Dr. Îbrahîm Sadiq têkildarî naveroka pirtûka xwe got; “Ev 28 sal in, ez li derveyî welat bûm. Min wê demê dest bi xwendinê kir. Min dît ku di navendên akademîk de, valahiyeke gelek mezin a çavkaniyên mijarên girêdayî wan tawanên li hemberî gelê Kurd hatine kirin, heye. Lewra min biryar da ku vê pirtûkê binivîsim û weke çavkaniyeke nasandina Kurd û ew tawanên li hemberî gelê Kurd hatine kirin, pêşkeşî navendên zanîngehên Ewrûpa û welatên Rojavayî bikim.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ