Pirsgirêka avê ya hemû cîhanê ye

Çarşem 3 Îlon 2025 - 03:25

Hevserokên bi foruma ku lidarxistin bal kişandin ser pirsgirêka avê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve qutkirina avê bandorek neyînî li jiyanê dike û gotin: “Pirsgirêka avê, pirsgirêka hemû cîhanê ye û pêwist e her kes ji bo qeyrana avê helwesta xwe nîşan bide”

Yekîtiya Şaredariyan a  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Hefteya Avê ya Cîhanê, bi sernavê “Av li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera rastî û zehmetiyan de” 31’ê Tebaxê forumek li dar xist. Hevseroka Yekîtiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Murad û Hevseroka Gerînendehiya Avê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Silo der barê zehmetî avê li herêmê û rola jinan a di peydakirin û têkoşîna li hemberî qeyrana avê, nirxandin kirin.

Hevseroka Yekîtiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Murad tekez kir ku armanca lidarxistina forumê ew bû ku bi nîqaşan rê li ber çareseriya pirsgirêka avê were vekirin û wiha anî ziman: “Di vê hefteya ku cîhan tevahî bi wesîleya roja avê pîrozbahiyan li dar dixe, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qeyrana avê heye. Bêguman pirsgirêka avê bandorek neyînî li ser însan, lawir û xwezayê jî dike. Li Sûriyeyê krîza avê weke jêdera krîzên din tê pênasekirin. Armanc bi polîtîkayên ku bi riya avê tên kirin ew e ku herêma me bê ruh bikin, ji ber ku her tişt bi avê zindî dibe.”

Hevseroka Gerînendehiya Avê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Silo diyar kir ku pirsgirêka avê, pirsgirêka hemû cîhanê ye û pêwist e her kes ji bo qeyrana avê helwesta xwe nîşan bide û para Sûriyeyê ji avê were dayîn. Bêrîvan Silo wiha got: “Em dixwazin bi riya vê forumê rastiya avê û zehmetiyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikşîne ji raya giştî re were ragihandin. Ev nêzî 6 salan e rewşa avê li herêmê her diçe xirabtir dibe, bi taybetî li bajarê Hesekê, bajarê ku bi milyonan kes hewandine û gel tê de di bin şert û mercên dijwar û giran de jiyana xwe didomînin. Qeyrana avê bi çareseriya siyasî ve girêdayî ye.”

NÛJINHA/HESEKÊ/RONÎDA HACÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.