Pira Orient-Express

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 15 Cotmeh 2022 - 06:59

  • Orient-Express weke komeleyeke sînemayê li Bernê hatiye damezirandin. Ew bi vê komeleyê dixwazin di navbera rojava û rojhilat de bi filman pirekê ava bikin û çandên ji hev cihê bidin naskirin.

Orient-Ekpress, komeleyek e ku li Bernê ji hêla çend sînemavanan ve qederê 3 salan e hatiye damezirandin. Weke komeleyeke serbixwe û avangard kar dike û dixwaze li Swîsreyê ji bo filmên Tirkî û Kurdî platformekê ava bike da ku film karibin li wir werin nîşandan û danasîna filmên derhênerên Kurd û Tirk bike. A rast, ew zêdetir filmên li Rojhilata Navîn hatine çêkirin, nîşan didin û piştgiriyê didin wan. Armanca komeleyê ew e ku di navbera çand û welatan de pirekê ava bike û bi riya vê pire çandên cihê bide naskirin û bike ku xelk hay ji van çandên ji hev cihê hebe. Di vê çarçoveyê de ev nêzî 3 salan e ku bi navê “Rojên Filman yên Orient-Express” festîvaleke filman li dar dixe. Her wiha di van rojan de li ser sînemayê kargeh û hevpeyvînan jî çêdikin. Tenê ne festîval, her wiha ew kargeh, konser û hefteyên çandî jî organîze dikin û di van rojan de hewl didin bi huner derdê xwe vebêjin.

Aydın Sevînç weke serokê komeleyê, pêşengtiya vî karî dike û Andrea Fuhrer jî piştevaniya komeleyê dike da ku komele bêhtir bi derûdorê re têkiliyan çêke û were naskirin. Ji lewra jî ew di warê wergerê de dixebite û komeleyê dide naskirin. Wan dema dest bi vî karî kiriye, li ser navê komeleyê û festîvalê jî fikiriye û di dawiyê de ev nav hilbijartiye. Wan ji filma “Murder on the Orient Express” yê ku ji ber romana Agatha Christie hatibû girtin, îlham girtiye û ev nav li festîvala xwe kiriye. Her wiha bi navê “Orient Express” trêneke navdar jî hebû ku di salên 1883 û 1977’an di navbera Parîs û Stenbolê de dixebitî. Ji ber van sedeman, ev navê festîvalê di heman demê de têkiliyê di navbera rojava û rojhilat de jî îfade dike. 

 

Babeta îsal ‘ekolojî’ ye

Festîvala “Orient Express” a 2022’yan bi dirûşmeya “Azadiya Ekolojîk” dê di navbera Cotmeh û Berfanbarê de were lidarxistin. Orient Express ji bo temaya xwe ya îsal dibêje, “Orient Express her sal li Swîsreyê di çarçoveya hin fikr û ramanan de bijarteyeke filman hazir dike û nîşan dide. Di salên bihurî de ji bo em balê bibin ser babeta “bêsînorî” yê û bi aweyekî etîk, estetîk û polîtîk niqaş bikin, gelek film nîşan dan. Îsal jî girêdayî vê yekê em ê di warê ekolojiye de nîqaşan bikin û me babeta îsal weke ‘ekolojî’ neqand. Pirsgirêkên ku di navbera azadî û sînoran de derdikevin hemberî me, di meseleya ekolojiyê de jî xwe didin der û divê em bi awayekî polîtîk, estetîk û etîk li ser ekolojiyê bisekinin û bifikirin.” 

 

Filmên Kurdî jî tên nîşandan

Weke salên bihurî, îsal jî gelek film cara ewilî li Ewrûpayê tên nîşandan. Di nav filmên hatine neqandin de filma “Govenda Alî û Zîn” a Mehmet Alî Konar, filma “Di nav çar dîwaran de” ya Bahman Ghobadî, “The Exam (Ezmûn)” a Şewket Emîn Korkî, “Heft Senfoniyên Zagrosê” ya Parviz Rostamî, “Nosema” ya Etna Ozbek, “Monolog” a Selîm Yildiz û kurtefilma “Navnîşan” ya Aram Dildar hene. Her wiha ji gelek welatên din jî metrajedirêj, belgefilm û kurtefilm dê werin nîşandan.

Filmên îsal dê di 25 û 30’ê Cotmehê de li Bernê, di 2 û 6’ê Mijdarê de li Zurichê, di 4 û 6’ê Mijdarê de li Luzernê, di 9 û 13’ê Mijdarê de li Baselê û di navbera 2 û 18’ê Berfanbarê de jî li St. Gallenê werin nîşandan. 

Festîval bi sponsoriya gelek sazî û komeleyên Swîsreyî tê lidarxistin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

  

 

 

 

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.