Pîlaneke nû li dijî Rojava

Pêncşem 26 Çile 2023 - 03:11

Gava ku wezîrê karê derve yê Tirk 15-16´ê Çile li Washingtonê hevdîtin kirin, rêxistineke bi navê Global Justice rabû dosyayek li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî dayê. Di nava vê rêxistinê de hin aliyên ji Sûrî jî hene.

Ev belgeya hanê weke nexşerêyekê hatiye sêwirandin û esas pîlaneke nû ya ji bo dagirkirina herêmên Rêvebeirya Xweser e. Di vê nexşerêyê de 15 xisûs hene û ya serê pêşî “hilwerşandina Rêveberiya Xweser” û avakirina rêveberiyeke “Tirkiyê jê razî be” ye.

Belge pêşniyazî Tirkiyeyê dike ku tevî Emerîkayê ji bo ku alîkairya bi QSD´ê re bi dawî bibe hevkariyê bike. 

Di belgeyê de xisûsa qirkirina Kurdan jî wiha cihê xwe digire “Avakirina dîwarekî ji niştecihan û saziyan da ku asayişa Tirkiyê biparêze.”

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanî û Nûnerê Meclsîa Sûroyeya Demokratîk (MSD) li Elmanyayê Dr. Rizgar Qasim, proje weke projeyeke hêzên îstixbaratê bi nav kir û got, "Ev projeyeke îstixbaratî ye di demekê de hatiye ku rejîma Sûriyê û Tirkiyê nêzikî hev dibin, ev nêzikbûna wan ji bo têkçûna Rêveberiya Xweser e, têkçûna destketiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye.”

Ew jî balê dibe ser xala 10´an a di belgeyê de ya ku li jor me weke xala qirkirinê behsa wê kir û dibêje, “ Em bala xwe baş bidinê, di benda 10an de pêşniyaz dikin dîwarekî parastinê ava bibe ji xelkê, ew xelkê bên wê deverê kî ne di wê projeyê de? Xelkê Ereb in û hindikahiyên din in."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.