Peymana hikûmeta Elman hat ragihandin
Çarşem 24 Mijdar 2021 - 23:46
- Li Elmanyayê peymana ku SPD, Partiya Keskan, partiya lîberal FDP’ê ji bo ku hikûmetê ava bikin danîne, ragihand.
Hikûmeta koalîsyonê şûna hikûmeta koalîsyona SPD û CDU/CSU´yê bigire.
Li Elmanyayê peymana ku SPD, Partiya Keskan, partiya lîberal FDP’ê ji bo ku hikûmetê ava bikin danîne, ragihand.
Hikûmeta koalîsyonê şûna hikûmeta koalîsyona SPD û CDU/CSU´yê bigire.
Muzakereyan her sê partiyan ev sê hefte ne dewam dikirin. Di hilbijartina 26’ê Îlonê de SPD bûbû partiya herî xurt.
Ev peymana sê partiyan dike ku ji SPD´ê Olaf Scholz Kanûnê bibe serokwezîrê Elmanyayê.
Di peymana koalîsyonê de hatiye bicihkirin ku salê wê 400 hezar dayrê bên avakirin û 100 hezar ji van wê bi teşwîqa dewletê bên avakirin.
Di heman demê de di peymanê de dinivîse ku Elmanya wê heta 2045´an “di warê avhewayê de noytral” bibe.
Li gorî peymanê wê wê mafê hilbijarinê ji 16 salî û pê ve jî çêbibe.
Wekî din mijarên weke “Ewlekirina bingehîn a zarokan” ku wê alîkariyên heta niha yên ji bo zarokan bîne cem hev û bigihîne zarokan tê plankirin. Pê re jî wê mafên zarokan di Destûra Bingehîn de werin bicihkirin.
Ji bo lêkolîn û bipêşxistinê jî wê ji sedî 3.5´ê hilberîna nesafî ya welêt were bikaranîn.
Herçî mûçeyên teqawîtkiriyan in, koalîsyon dixwaze bi dezgehekê teqawîtbûna bi hiseyan bide destpêkirin. Partiyan li hev kiriye ku mûçeyê teqawîtbûnê biparêzin û ji mûçe kîm nekirin û temenê teqawîtbûnê bilindtir nekin.
BERLÎN