• Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê bi merasîmek perde li ser peykerê nivîskar û wêjevanê Kurd Şakir Fetah hat rakirin.

 

Li ber Serokatiya Zanîngeha Çermo ya Çemçemalê bi merasîmek peyker hat nîşandan.

Di merasîmê de Rêveberê bajaroka Qadir Kerem û Nûnerê Qeymeqamê Çemçemalê Sedîq Baweyî axivî, malavahiya kesên di amadekirina peyker de xebitîne kir.

Piştre Herêm Kakeyî peyama Komeleya Ronakbîr û Civaka Yarsan pêşkêş kir û got: “Şakir Fetah yekem kes bû karî wek rojnamevan li bajaroka Qadir Kerem û Çemçemalê rojnameya Çemçemal damezrîne ku wê demê yek ji karên herî zehmet bû.”

Nivîskar Şakir Fetah di sala 1914’an de li taxa Dergezênî ya Silêmaniyê hatiye dinê, xwendina xwe li Bexda temam kiriye.

Li gorî hin belgeyên rejima Baasê, di 27’ê Hezîrana 1988’an de li rêveberiya asayîşa Hewlêrê ji aliyê rejima Baas ve hatiye bi darvekirin.  ROJNEWS/SILÊMANÎ