Pêşengno! Lo pêşengno!

Nûçeyên Çand/Huner

În 27 Gulan 2022 - 22:00

  • Helbestkarê Emerîkî Walt Whitman çendîn weke hozanekî mezin ê “demakorasî”yê were nasîn jî, li hêla din, wî bi helbestên xwe bingehê helbesta Emerîkî jî daniye û di vî warî de pêşengiyeke biqedr kiriye.

XASÊ CÛNÊ

Helbestkarê Emerîkî Walt Whitman çendîn weke hozanekî mezin yê “demakorasî”yê were nasîn jî, li hêla din wî bi helbestên xwe bingehê helbesta Emerîkî jî daniye û di vî warî de pêşengiyeke biqedr kiriye. Bi helbestên xwe yên serbest wî di sedsala 19’an de hem neverok hem jî qalibên nû peyda kirin di helbestê de û bi şêweyeke ku berê zêde nehatibû ceribandin, helbest nivîsandin. Destpêkê, weke gelek pêşengên di vî warî de ji wî jî nehat fêhmkirin û kesî bi qedrê wî nezanî lê bi demê re, her ku helbestên wî belav bûn û hatin xwendin, çêtir ji wî hat fêhmkirin û ji helbestên wî jî hat hezkirin. Jixwe, dema wî pirtûka xwe ya bi navê “Leaves of Grass” (Belgên Çîmenê) tevî hevalekî xwe çap kir û ji çend rexnegiran re şand, kes lê venegeriya û pirtûkê bala kesî nekişand. Tenê nivîskarê wê demê Ralph Waldo Emerson wî pîroz dike, wekî din kes guh nade helbestên wî.

Walt Whitman di Gulana sala 1819’an de li Hilsa Long Islandê ji dayîk bûye. Di piçûkatiya xwe de gelek karan dike. Ji ber ku wî gelek kar kirine, çavdêriyên wî yên xurt bûne çavkaniya helbestên wî jî. Di xortaniya xwe de demeke dirêj di çapxaneyan de dixebite, dema di van çapxaneyan de dixebite, gelek pirtûkan jî dixwîne û bi van pirtûkan asoyên helbesta xwe firehtir dike. Her wiha ji gelek rojnameyan re nivîsan jî rê dike û li ser gelek mijarên wê demê dinivîse. Lê dilê wî li ser helbestêye û dixwaze bi şêwazeke nû ango serbest helbestan binivîse.

Whitman dîwana xwe ya helbestan a bi navê “Leaves of Grass” di sala 1856’an çap dike û sala 1860’î bi hebestên nû careke din çapa xwe berfirehtir dike û dîsa çap dike. Ev dîwana wî heta mirina wî 9 caran tê nûkirin û bi vî awayî tê çapkirin. Di her çapê de helbestên nû dinivîse û hinan ji wan diguherîne. Piştî van çapên pirtûkê, êdî Whitaman li Ingilîstan, Elmanya, Fransa û Danîmarkayê tê nasîn. Ji gelek welatan helbestkar diçin serdana wî û wî nas dikin. Di nav van de nivîskar û helbestkarê Îrlandî Oscar Wilde jî heye.

‘Dîwana min û şer yek in’

Whitman di dema Şerê Navxweyî yê Emerîkayê de tevlî şer nabe û leşkeriyê nake. Ji dêvla bibe leşker li nexweşxaneyan dixebite û birîndaran sax dike. Serpêhatiyên wî yên van salan li ser wî bandoreke mezin dihêlin û di helbestên wî de ev baş xuya ye. Jixwe, wî bi xwe jî gotiye, “Dîwana min û şer yek in” û gelek helbestên nemir ên li ser şerî nivîsandine. Piştî ku şer bi dawî dibe, ango ber bi dawiya temenê xwe ve, Whitman bêhtir li ser demokrasiyê dinivîse û di vî warî de pirtûka wî ya “Democratic Vistas” (Çavdêriyên Demokrasiyê) heye ku tê de behsa demokrasiya qels ya li Emerîkayê dike. Li gorî çavdêriyên wî, jiyana civakê piştî şerî jiyaneke ne di rê de û qebe ye. Ji ber van helwêstên wî yên derbarê demokrasiyê de ew dibe dengê xelkê li kuçeyan dimînin û doza demokrasiyê dike.

Sînorên helbestên wî tine ne

Walt Whitman sala 1892’yan ji vê dinyaya gewrik xatirê xwe dixwaze. Li pey xwe birrek helbest û ristan dihêle yên ku pêşengiyê dikin ji helbesta dinyayê re. Nexasim şêwaza wî ya serbest a di helbestê de kir ku gelek kes xwe li vê şêwazê bigirin û bi vî awayî hestên xwe derbibirin. Sînorên helbestên wî tine ne û heya jê hatiye ji tixûbên heyî bihurandiye ango ketiye zeviyên nenas! Ev yek helbesta wî bi qîmettir dike û dike ku mirov wî bixwîne.   

Helbestkar û wergêr Kawa Nemir xwe daye bin barekî giran û gelek helbestên Walt Whitman wergerandine Kurmanciyê. Wî ev helbest di pirtûka bi navê “Pêşengno! Lo pêşengno!” de kom kirine û pirtûk sala 2004’an hatiye çapkirin. Di pirtûkê de 101 helbestên Walt Whitman hene. Pirtûk ji “Weşanxaneya Bajar” derketiye.  

Beşek ji helbesta dirêj a Pêşengno! Lo pêşengno!

Hemû rehjenê cîhanê,
Ketine rêzê, ji bo me dijenin bi jena tevgera Roavayî,
Yek yek an jî bi hev re li ber xwe didin,
Bê sekin ber bi pêşiyê ve dilivin, hemû ji bo me,
Pêşengno! Lo pêşengno!
...
Heybeta jiyanê ya liheveketî û curecureyo,
Hemû şêwe û aheng, hemû karkerên li ser karê xweyo,
Hemû deryavan û cotkar, hemû axayên xwedî xulamên xweyo,
Pêşengno! Lo pêşengno!
...
Hemû dilketiyên bextreş î bêdengno,
Hemû girtiyên di girtîgehan de, hemû kesên dilpak û nepakno,
Hemû dilgeş, hemû dilgiran, hemû zindî, hemû mirîno,
Pêşengno! Lo pêşengno!
...
Lêlê hûnên keçên Roava!
Lêlê hûnên keçên xama û mezin! Lêlê hûnên dê hûnên jin,
Divê hûn çi carî belav nebin, di sefên me de yekgirtî tevbigerin,
Pêşengnê! Lê pêşengnê!
....
Hozanên di deştan de veşartî,
Dengbêjên koçbarkirî yên xakên din, hûn dikarin bêhn vedin, we karê xwe kir,
Nêzîk e, bibihîzim li ser zar û zimanên we stran hûn bên,
Nêzîk e hûn rabin di nava me de bikin reperep,
Pêşengno! Lo pêşengno!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.